Meclisa Ewlehiya dê aloziya Venezuelayê nîqaş bike

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî li ser daxwaza DYA’yê dê roja çarşemê bicive û rewşa mirovî ya Venezuelayê nîqaş bike.  

Li gorî AFP`ê, dîplomatan ragihand ku dê Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî li ser daxwaza Washingtonê civînekê roja çarşemê ji bo rewşa siyasî û aborî ya Venezuelayê li dar bixe.

Cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Bens di axaftineke xwe ya li Houstonê de destnîşan kir ku roja çarşema bê ew ê di Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî de der barê rewşa Venezuelayê de biaxive.

Bens tekez kir ku DYA bang li hemû dewletan dike ku itîrafê bi Juan Guaido wek serokê Venezuelayê bikin.

DYA û zêdetirî 50 dewletan di çileyê de itîraf bi serokê demkî yê Venezuelayê Guaido kir.

(jo)


Mijarên Din