Meclisa Ewlehiya Navdewletî  bilindbûna şerê li Idlibê û derdora wê dê nîqaş bike

Meclisa Ewlehiya Navdewletî vê hefteyê civînek awarte li ser daxwazên Belcîka, Almanya û Kiwêtê ya ji bo nîqaşkirina bilindbûna şer li bakur rojavayê Sûriyê, dê li dar bixe.

Li gorî dîplomatan raber kiriye ku çarşemê Belcîka, Almanya û Kiwêtê ji Meclisa Ewlehiya Navdewletî daxwaz kir ku civînek der barê nîqaşkirina bilinbûna şer li bakur rojavyê Sûriyê di vê hefteyê de bê lidarxistin.

Ji dawiya Nîsanê ve hêzên rejîma Sûriyê û hevalbendên xwe Rûsya ve êrîşên xwe li ser Idlib ku çeteyên Tehrîr El-Şam serweriyê lê dike, zêde kirin.

Civîna ku dê di vê hefteyê de bê lidarxistin domana rûniştina girtî ya di înê de li darketiye ku tê de dewletan metirsiya xwe der barê krîza mirovî ya pêşbîn ku bi encama êrîşa giştî pêk were de, diyar kir.

(fr)


Mijarên Din