Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Yewnanistanê dê îro civînekê li dar bixe

Ajansa AP da zanîn ku tê payîn îro Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Yewnanistanê civînekê li dar bixe û tê de liv û tevgera dewleta Tirk  a li rojhilata Deryaya  Spî gotûbêj bike.

Li gorî Associated Press piştî dewleta Tirk ragihand ku  keştiyên  wê dê li rojhilatê Deryaya Spî ya li herêma di navbera Qibris  û Yewnanistanê dest bi lêgerîna gaz û petrolê bikin, serokwezîrê Yewnanistanê dê civînekê ji Meclisa Ewlekahiya Neteweyî ya Yewnanistanê re çêke.

Tê payîn ku îro meclisa ku ji wezîrê karên derve û wezîrê parastinê pêk tê, bicive.

)eh)


Mijarên Din