Meclisa Ewlehiya Niştimaniya Iraqê: Tirkiyê li dijî ewlehiya Iraqê gefeke mezin e

Meclisa Ewlehiya Niştîmanî destdirêjiya Tirkiyê li xaka Iraqê şermezar kir û bi binpêkirina pîvanên dan û standina dewletan û têkiliyên dewletên cîran, bi nav kir.

Di daxuyaniya meclisê ya ku malpera Alsumaria News belav kiriye de hate gotin: "Meclisê îro bi beşdariya serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdar, Mustafa Kazimî, rûniştina xwe ya asayî li dar xist û mijarên girêdayî plansaziya meclisê û dozên awarte û nû nîqaş kir. Her wiha biryarên pêwîst da."

Meclisê di dewama daxuyaniyê de destdirêjiya Tirkiyê li xaka Iraqê û hedefkirina efserên Iraqê şermezar kir û got: "Ev kiryar binpêkirineke mezin a pîvanên dan û standina dewletan û têkiliyên dewletên cîran e. Her wiha li dijî ewlehiya Iraqê û îstiqrar herêmê, gefeke mezin e."

Di daxuyaniyê de wiha berdewam kir: "Dê Iraq bi hemû rêbazên ku yek ji wan nameyên dîplomatîk e, ewlehî û welatiyên xwe biparêze. Hikumetê biryara betalkirina serdana wezîrê parastinê yê Tirk û şandeyeke din a Tirkiyê ji Bexdayê re da. Ji bo şermezarkirina vê destdirêjiyê û girtina tedbîrên pêwîst, divê Wezareta Derve ya Iraqê bi civaka navnetewî û Ereb re di aliyê dîplomatîk de koordîne bike."

(cx)


Mijarên Din