Meclisa Eyn Îsayê civînên bi gel re didomîne

Meclisa navçeya Eyn Îsayê ji bo nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî civînek lidar xist.

Meclisa navçeya Eyn Îsayê civînên xwe yên bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî, rêxistinî û guhdarkirina daxwazên welatiyan didomîne. Meclisê , îro civînek li navenda navçeyê li dar xist.

Bi seden şêniyên navçeyê û gundewarên wê, rêveberên PYD‘ê Elî Mado û Hesen Koçer, hevserokê Meclisa Kantona Girî Spî Hemîd El-Ebd di civînê de amade bûn.

Di civînê de, Elî Mado û Hesen Koçer geşedanên siyasî nirxandin. Hate gotin ku têkçûna DAIŞ li herêmê, nakokî di navbera aliyên ku mudaxleyî Sûriyê dikin, derxistin. Ev yek di pevçûnên di navbera milîsên girêdayî Îran û Rûsya de ji aliyekî ve, her wiha topbarana Îsraîlê ya domdar li ser bargehên Îranê yên li Sûriyê de diyar dibe.

Her wiha hate gotin ku aloziya Sûriyê li pêşberî du bijêrekan e, an parçebûn an jî pêkanîna sîstema ne navendî ya Rêveberiya Xweser.

Piştî şîroveya rewşa siyasî, Hemîd El-Ebd rewşa rêxistinî nirxandin û girîngiya aktîvkirina komînan destnîşan kir. Hemîd El-Ebd welatî derfet da welatiyan ku pirsgirêkên xwe der barê rewşa xizmetguzariyê de bînin ziman.

Piraniya daxwazên welatiyan girêdayî sererastkirina rêyan û ceyranê bûn.

Hemîd El-Ebd diyar kir ku meclis niha kar dike ku 54 gundan ronî bike, ji bo budceyek qasî 2 milyar lîreyên Sûriyê veqetandine da k pê rêya rast bike.

ANHA


Mijarên Din