Meclisa Girê Spî bang li welatiyan kir ku li gorî biryara derketina derve tev bigerin

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkirî Hemîd El-Ebid bang li welatiyan kir ku li gorî bergiriyên Rêveberiya Xweser bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê girtine, tev bigerin. Hemîd bi bîr xist ku hemû komîte di xizmeta gel de ne, nexasim Komîteya Zimhêrê da ku keysbazî çênebe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê biryarnameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji îro ve qedexeya derketina derve dest pê kiriye.

Têkildarî bicihkirina biryarê hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkirî Hemîd El-Ebid got: "Em li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tev digerin, hemû sazî û komîteyên me dezenfekte kirine, sînorê pêşwaziya welatiyên ji herêmên dagirkirî yên li Girê Spî û Silûkê me girtine."

Ebid got bila dilê welatiyan rehet be, ji ber ku wan tîmên rewşên awarte ava kirine û dê xizmeta şêniyan ji av, nan û kehrebeyê bi cih bînin.

Her wiha Hemîd El-Ebid da zanîn ku wan ji Komîteya Zimhêrê xwestiye ku çavdêriya bazaran û dikarên bazirganiyê bikin da ku di dema qedexeya derketina derve de keysbazî çênebe.

Tê zanîn ku gelek dewletan heman bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê girtine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din