Meclisa Girê Spî: Rûsya berpirsa êrişên li dijî Eyn Îsayê ye

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Rûsya berpirsa êriş û topbarana dewleta Tirk a li dijî navçeya Eyn Îsayê ye.

Meclisa Kantona Girê Spî ya ku niha navenda wê li navçeya Eyn Îsayê ye, bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên li dijî bakurê navçeyê û topbarana ku ji duh bi şev ve pêk tê.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid daxuyanî xwend. Nûnerên tevahiya meclis û komîteyên sivîl û leşkerî yên kantonê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di dauxyaniyê de êrişa dewleta Tirk a hovane û topbarana ku ji 40 rojan ve li dijî navçeyê pêk tê, hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber zêdebûna asta topbaranê ya ku gihaşt derdora navçeyê û deriyên têketina wê, gelek sivîl û zarok birîndar bûn û şêniyên navçeyê êdî tevî zarokên xwe li çolê dimînin heta ku topbaran raweste.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber ku Rûsya garantora lihevkirina agirbestê ye, ew berpirsa topbarana dewleta Tirk e û wiha hate dewamkirin: "Ji ber em bang li Rûsya dikin ku mudaxele bike û azarên şêniyan bi dawî bike. Her wiha rê nede ku careke din şênî koçber bibin, mîna ku di êrişên deweleta Tirk a dagirker de yên li dijî kantona Girê Spî rû daye." 

Di dawiya daxuyaniyê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku şêniyan ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diparêzin, hatin silavkirin.

QSD`ê duh êrişên dewleta Tirk ên li derdora navçeya Eyn Îsayê şikandibûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din