Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser 2 qanûnên nû erê kirin

Bi rêya danişîna 28’an a ku îro li dar ketiye, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser 2 qanûnên tomarkirina erebe û eqdan erê kir, her wiha madeyeke ji qanûna Erka Xweparastinê guhart û dengdayîn li ser erkdarkirina hevserokê Desteya Darayî pêk anî.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro danişîna sêyemîn a giştî ya 2020’an li dar xist. Tê de her du qanûnên tomarkirina erebe û sîstema eqdan erê kirin, her wiha madeyek ji Erka Xweparastinê guhart û dengdayîn li ser erkdarkirina hevserokê Desteya Darayî û endama nû ya Meclisa Giştî da.

Danişîn li hola civînan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya li bajarê Reqayê li dar ket. Di danişînê de hevserokatiya Meclisa Giştî Ferîd Utê, Sîham Qeryo û cigirên wan, endamên Desteya Hundirîn a Rêveeriya Xweser, komîteyên ji bo amadekirina qanûna erebe û eqdan hatine erkdarkirin û cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê amade bûn.

Endamê Desteya Hevserokatiya Meclisa Giştî Îman Salih bendên danişîna berê yên erêkirina qanûna betlane û têkbirina qaçaxçitiyê ku di 20’ê Sibata borî de li dar ketiye, xwendin. Piştî xwendina bendan, Dr. Ehmed Yûsiv ji bo hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat erkdarkirin. Dr. Ehmed Yûsiv li şûna Welat Hac Elî yê istîfakirî hat erkdarkirin û sond xwar. Her wiha Stêr Murda jî wek endama Meclisa Giştî hat erkdarkirin.

Di danişînê de li ser pêşniyara Buroya Erka Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser a rakirina navê dewleta Iraqê ji madeya 26’an a qanûna Erka Xweparastinê, dengdayîn çêbû û hat erêkirin. Naveroka wê madeya 26’an wiha ye; Divê tevahî niştecih û kesên pasportan ji tevahî dewletan hildigirin ji bilî Tirkiyê û Iraqê salane 400 dolar ji dîroka derketina qanûnê de wek xerca paşdanê bidin.

Her wiha navê Iraqê ji madeyê wek tevahî dewletên dîtir piştî dengdayîna ji hêla endamên meclisê ve hat rakirin. Da ku li ser dewleta Iraqê jî wekî dewletên dîtir sîstema xerca paşdanê ya salane ya qanûna Erka Xweparastinê li gorî madeya 26’na pêk bê.

Endamê Desteya hevserokatiyê ya Meclisê Yasir Suleymanî reşnivîsa qanûna tomarkirina erebeyan li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend û endamên meclisê li ser bendên wê piştî dengdayînê erê kir.

Reşnivîsa qanûna tomarkirina erebeyan a ku li ser hatiye erêkirin, tê de 14 made hene. Her wiha merc û xercên tomarkirina erebeyan li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine diyarkirin.

Endamên meclisê danişîna xwe bi xwendina reşnivîsa sîstema eqdan li herêmên Rêveberiya Xweser ku tê de 92 made hene, temam kir. Di reşnivîsê de bendên taybet ên eqdên kirîn, firotin, kirê û hwd ku di navbera her du aliyan de pêk tê, hatin diyarkirin û li ser qanûnê meclisê deng da û erê kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din