Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola civînan a meclisa rêveber a li navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê, civînek lidar xist. Civîn bi armanca erêkirina rêziknameya Buroya Karûbarên Mirovî û zagona rêxistinan hat lidarxistin.
Hevserokên meclisê, endamên dîwanê, praniya endamên meclisa giştî, Hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî Abdullqadir Miwehed, Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber Ferhad Şiblî, beşdarî civînê bûn.
Di civînê de rêziknameya Buroya Karûbarên Mirovî ji aliyê Endamê Dîwana Meclisa Giştî Yasir Silêman ve hat xwendin.
Di rêziknameyê de 9 madeyên ku mekanîzmeya xebat, derfet, pênasekirin û erka buroya karûbarên mirovî, buro û komîteyên şaxî yên girêdayî wê, hene.
Piştî nîqaşkirina reşnivîsa rêziknameyê ji aliyê endamên meclisê ve û agahî ji aliyê hevserokê Buroya Karûbrên Mirovî hat nîqaşkirin, rêzikname bi praniya dengan hat erêkirin.
Di dawiyê de zagona rêxistin, komele û saziyên civaka sivîl hat erêkirin.
Buroya Karûbarên Mirovî 3`emîn buroyên ku rêziknameya wan tê erêkirin.
(bx)
ANHA