Meclisa Jin a PYD‘ê banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

Meclisa Jin a PYD‘ê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên li kantona Efrînê ya dagirkerî şermezar kirin û bang li rêxistinên navnetewî kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) derbarê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pêkanîna dewleta Tirk a dagirker mîna van binpêkirinên û sûcên li dijî jinan, delîlê erzanîbûna nirxên exalqî li gel wê ye, her wiha hewldanek ji bo qirêjkrina nirxên mirovî ye.

Meclisa Jin a PYD‘ê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan şermezar kirin û bang li civaka navdewletî, rêxistinên têkildarî kar û barên jina kir ku sînorekî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re deyînin û hesab jê bixwazin.

ANHA


Mijarên Din