Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya Til Rifatê şermezar kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê komkujiya Til Rifatê ya ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye şermezar kir. Meclisê di daxuyaniyê de got: "Birpirsên ev binpêkirina hovane qanûnên navdewletî ne. Em bang li wan dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û sînorek ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyn wê der heqê sivîlên Sûriyê de deynin."

Daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

 ‘‘Sûcek din li dîroka sûc û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê sivîlan de ji şêniyên gelê me yê ku ji Efrîna dagirkirî koçber bûne zêde dibe. Topavêjên Tirkiyê li gel bêdengiya navdewletî vê sibehê kombûnek sivîlan ji şêniyên gelê me li nêzî dibistanekê li herêma Til Rifatê bi awayekî hovane kirin hedef. Di encamê de bi dehan kes birîndar û şehîd bûn di nav 8 zarok. Birînên hejmara mezin ji wan xeter in.

Wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ev kiryara hovane der heqê sivîlan de şermezar dikin. Em berpirsyariya vê binpêkirinê dikin stûyê civaka navdewletî. Em bang li wan dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û sînorek ji sûcên Tirkiyê der heqê sivîlan de deynin.‘‘

(şx)

ANHA


Mijarên Din