Meclisa Jinan a Minbicê lêkirina dîwarê şermê li Efrînê şermezar kir

Meclisa Jinan a Minbicê û lêkirina dîwarê ku dewleta Tirk di navbera gundên Efrînê de lê dike, şermezar kir, her wiha kiryarên Tirkiyê yên dermirovî yên der heqê şêniyên li Efrînê de şermezar kirin.

Îro li pêşiya avahiya Meclisa Jinan bi dehan endamên sazî û komîteyên Meclisa Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê kom bûn, da ku daxuyaniya redkirina lêkirina dîwarê şermê ku dewleta Tirk a dagirker di navbera gundên Efrînê de lê dike, her wiha kiryarên ku Tirkiye der heqê şêniyên li Efrînê dike, bixwînin.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Meclisa Jinan Henaa Şerîf ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê jinên Minbicê em kiryarên qirêjî yên Tirkiyê yên der heqê gelê me yê li Efrînê de şermezar dikin, Efrîna berxwedêr ku her cure karên dermirovî lê tê kirin ji talankirin, kuştin, rûxandina malan û şewitandina daran.

Ev karên neexlaqî li pêşiya çavên cîhanê tên kirin, Berxwedana Serdemê li Efrînê berxwedaneke ji aliyê gelê wê û taybet berxwedana jinan bû, jin bi sekneke leheng sekînin û ji cîhanê re îsbat kirin. Jin rabûn serhildanê û li dijî DAIŞ`ê sekinîn û serkeftinên mezin pêk anîn.

Silav û rêz ji jinên Efrînê re  ku canê xwe di parastina welat de dan, mîna Silava, Barîn û Avesta Xabûr, ew nimûneyên hemû jinan in. Ji bo dewamkirina meşa tekoşînê û rizgarkirina Efrînê ku rastî zilma dagirker tê, hemû sînor derbas kirin. Herî dawî jî dîwarê şermê lê dike ji bo ku Efrînê ji Sûriyê qut bike û bike ya Tirkiyê, cîhan il hember vê yekê bêdenge, ev dide xuya kirin ku ew jî şerîkê vê komploya ku Tirkiyê dijî gelê Efrînê pêk tîne.

Em wek jinên Minbicê taybet û jinên Sûriyê bi giştî, li hember lêkirina dîwar ku dixwaze Sûriyê parçe bike, bê deng namînin. Efrîn parçeyek ji vê xakê ye, nabe ku bibe ya Tirkiyê, çi bibe em ê li ber xwe bidin û li pêşiya êrîşan bisekinin, em nahêlin Tirkiye di kiryarên xwe de dewam bike. Em Efrînê, jin û zarokan di destê dagirker de nahêlin, em ê vegerinîn.

Em bawer in ku xaka Sûriyê dê sûrî be, em nahêlin kes pê li vê xaka pîroz bike, çi qas dîwaran lê bikin nikarin me ji hev dûr bixin, em ê di hevgirtina xwe de dewam bikin û li pêşiya dijmin bisekinin.

Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ji jin, mêr û zarokan, em dibêjin ku hûn ne yek in, hûn di dilê me de ne, heta dawiyê em li pişt we ne."

(jo)

ANHA


Mijarên Din