Meclisa Jinan a Minbicê xebatên xwe didomîne

Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên Wê gelek meclis û rêveberiyên herêmî li herêmê ava kirin, ew yek bi rêya hemleyên meclisê di serdanên xwe ji malên jinan û der barê pêşxistina rola jinan di hemû qadan de nîqaş kir.

Meclisa Jinan a Minbicê û Gundewarên Wê çalakiyên xwe ji bo hişyarkirina jinan da ku dikare rola xwe di civakê de bilîze, zêdetir kir, ji ber vê yekê meclisê serdanên xwe ji malên jinan li bajêr û gundewaran zêde kirin.

Di serdanan de nîqaş der barê rêyên pêşxistina jinan, kar û xebat ji bo rawestandina zewicandina temenên biçûk û pirjinî û danasîna jinan bi mafên wan di civakê de hatin kirin.

Di van serdanan de meclis û rêveberiyên herêmî hatin avakirin, hejmara wê gihaşt 43 û li xet û gundewaran hatin belavkirin, li xeta rojhilatê bajêr û gundewaran 32 rêveberiyên herêmî hatin avakirin û xeta rojava û gundewarên wê 11 rêveberiyên herêmî hatin avakirin.

Di serdan û civînan de jinan ji meclisê xwestin ku bi rêya avakirina projeyan behreyên wan bi pêş bixin da ku xizmetî civakê bike, mîna vekirina werşeyên dirûnkariyê taybet bi jinan.

Her wiha xebat bê kirin da ku rola jin bê xurtkirin û dozên wan ku bi rêya meclisa jinan pêşkêş dibin, çareser bikin.

Der barê mijarê de endama Meclisa Jinan Neqşiyê Xelîl teqez kir ku serdanên wan ji bo ku bi jinan re bikevin têkiliyan û taybet jinên li gundan û wan hişyar bikin.

Neqşiyê da zanîn ku serdanên wan bi rêya qebûlkirina jinan ji ramanên rizgarkirina jinan encam da.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din