Meclisa Jinan a PYD’ê: Çeteyan careke dîtir asta exlaqê xwe eşkere kirin

Meclisa Jinan a PYD’ê kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: “Komên terorîst ên bi piştevaniya dewleta Tirk careke dîtir derexlaqtiyên xwe bi rêya tolhidan û hewldana lîstkandina bi cenazeyên şehîdên YPJ’ê di şexsê şehîd Amara de eşkere kirin.”

Di daxuyaniya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) de ev tişt hatin:

"Di dema ku divê artêşa dewleta Tirk a dagirker li gor peymana agirbestê ya ku di navbera cîgirê serokê Amerîkayê Make Penis û serokkomarê dewleta Tirk Recep Teyyip Erdogan de pêk hatiye de, tev bigere, di şeva 21’ê Cotmehê de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst êrîşî nuqteyên YPJ’ê yên li gundê Çelbê yê ku başurê kantona Kobanê kir. Di encamê de şervana YPJ’ê Amara şehîd bû û cenazeya wê ya qudsal kete destê hovên serdemê da ku çawa bi cenazeya Barîn Kobanê û Hevrîn Xelef lîstine, bi cenazeya wê jî bilîzin.

Careke dîtir, komên terorîst ên ku dewleta Tirk piştevanê wan in, derexlaqtiyên xwe bi rêya tol û hewldna lîskandina bi cenazeyên şehîdên YPJ’ê di şexsê şehîd Amara de, sepandin.  Her wiha tevahî binpêkirinên qirêj ku rûmeta mirovahiyê bin pê dike der barê cenazeya wê ya pîroz de pêk anîn da ku binkeftina xwe li pêş jinên kurd ên ku destanên qehremaniyê li hember faşîzm û terorê pêk anîne, veşêrin.

Li gor qanûnên navdewletî yên mirovahî yên di hevpeymanên 4’emîn Cinêvê ya 1949’an û protokolên wê yên 1977’an de pêk hatine, divê dijminatî li rûmeta şexsî neyê kirin. Divê dan û standin krêt heta girêdayî cenazeyên kuştiyan jî neyên kirin. Her wiha jî divê her du aliyên şer, li cenaze yan kuştiyên aliyê dîtir jî bigerin. Divê tedbîrên guncaw bên girtin da ku neyê dizîn. Heke di rewşên şer de ne pêkan bû cenaze radestî aliyê dîtir bê kirin, divê li gor şerîeta ol an jî etnîka kuştî, bê veşartin. Ji wê zêdetir jî li gor madeya 8’emîn a rejîma Roma ya dadgeha cenayeta navdewletî, binpêkirinên der heqê cenazeyan de li gor peymana 4’emîn Cinêva ku 1949’an de li dar ketiye, dikevin nava sûcên şer. Li rexê ji tevahiyan re hat eşkerekirin ku komên girêdayî dewleta Tirk hevpeymanên Cinêvê yên ku hatine bibîrxistin bi lîskandina bi cenazeyên Barîn Kobanê, Sekereta Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û heta şehîd Amara, binpê kirin.

Em wek Meclisa Jinan a PYD’ê, careke din soza bilindkirina têkoşînê û şopandina rêça şehîdan dûbare dikin. Her wiha jî bang li civaka navdewletî û di serî de NY’ê û rêxistinên mafên jinan û mirovahiyê dikin ku kesên ev sûca krêt bi şehîd Amara kiriye, lêpirsîn bikin û êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên me rawestînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din