​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriyê: Dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku tevî têkoşîna li dijî nexweşiyê jî lê artêşa Tirk a dagirker hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û êrişan berdewam dike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî bangên navneteweyî yên agirbestê û girtina bergiriyên li dijî Koronavîrusê (Covid-19) ku mirovahî xistiye xetereyê, artêşa Tirk û çeteyên wê binpêkirinan berdewam dikin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar kirin. Jinan da zanîn ku tevî rewşa awarte ya ku cîhan ji ber belavbûna vîrusê tê re debas dibe, têkoşîna li dijî belavbûna vîrusê  û parastina gelan ji windahiyan artêşa Tirk û komên çeteyan ên ji Sûriyê wekî ku derveyî vê xwezaya mirovî dixuye û hîn jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Di nava çend rojên derbasbûyî de artêşa Tirk bi topan gundewarên derdora Eyn Îsa, her wiha gundewarên Minbicê topbaran kirin û zarokek şehîd ket û bavê wê jî birîndar bû.Di encama topbarana li ser gundewarên Hesekê de 3 kes birîndar bûn.

Her wiha di encama topbarana li ser gundewarên bajarokê Til Temir, Zirgan û Um El-Kêf de serbazek hate kuştin û 4 leşkerên din jî li gundê Qebir El-Sexîr û El-Ebûş ên girêdayî navçeya Til Temirê, birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker hemû zagonên navneteweyî, bangên ku ji aliyê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres‏, nûnerê navneteweyî yê Sûriyê  Geir Pedersen ku şer were sekinandin û hemû hêz bikevin şerê li dijî koronayê, binpê kirin. Di heman demê de ku QSD van bangan pêk tîne da ku welatiyan biparêze.

Di daxuyaniya Meclisa Jinan de wiha hate gotin: “Em wek Meclisa Jinan a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî dikin ku sînor ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker re li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deynin ku rêzdariyê bide xebatên navneteweyî ji bo hevgirtin û yekitiya li hember Koronavîrusê.

Em bang li hêzên dewleta Tirk a dagirker dikin ku xwe ji tevahî xaka Sûriyê ku dagir kirine, vekişînin da ku şêniyên neçarî koçberiyê bûne û kesên di kampan de li warê xwe vegerin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku hesab ji dewleta Tirk û fesîleyên girêdayî wê der barê sûcên li dijî sivîlên herêma Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk anîne û pêk tînin, bixwazin."

eh-bx

ANHA


Mijarên Din