Meclisa Jinan: Bi hêviya Ekîto îsal bibe vejandina nirxên mirovahiyê

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Ekîto li gelên Suryan-Aşûrî pîroz kir û hêvî kir ku Ekîto îsal bibe vejîneke nû ji hezkirin, aştî û nirxên mirovahiyê re.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya sersala Suryan-Aşûrî anku cejna Ekîto daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Meclisa Jinan wiha ye:

"Bi rasthatina sersala Suryan û Aşûriyan (Ekîto) ev boneya xwedan dîrokeke kevnar, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên Suryan û Aşûrî bi germahî pîroz dike, her wiha hêvî dike Ekîtoya îsal bibe vejandin û nûkirina nirxên mirovahiyê, heskirin û ji berdêla wêranî, talan û kuştina li seranserê Sûriyê zêde dibe, aştî û aramî mîsoger bibe. Ji beriya 9 salan ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li nirxên hevgirtin, hezkirin, jiyana hevbeş derketin û xwe îsbat kir. Ji ber vê yekê li Sûriyê xwedan ezmûneke nimûneyî ne, nexasim jin ku pêşengên çespandina van nirxan bûn û li herêmê kevirê bingehîn ê projeya demokratîk danî, da ku Ii ser vî esasî xweza xwe nû bike û jiyana gelên azadîxwaz jî bi xwe re nû bike.

Cejna Ekîto li Suryan û Aşûriyan pîroz be.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din