Meclisa Jinan: Serdana El-Herîrî berdewama projeya şovenîst e

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên El-Herîrî şermezar kirin û wek berdewama projeya şovenîst ku armanc jê rewakirina dagirkeriya Tirk li herêmên Sûriyê û tunekirina nasnameya kurdî ya wan herêman, pênase kir.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û rayedarên wê ji serdana serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî ya bo Başûrê Kurdistanê re, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di demekê de ku civaka navneteweyî pesnê serkeftin û lehengiyên şervanên QSD`ê dide ku gelek herêm ji terora çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî, em dibînin ku Îtîlafa Sûriyê û li ser zimanê serokê wê Nesir El-Herîrî li bajarê Hewlêrê radigihîne ku wan herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî “rizgar kirine” û QSD`ê û şêniyên herêmê wek terorîst bi nav dike.

Di vir de ev pirs derdikevin holê; gelo çawa erdnîgariyek ji xelkê wê yê resen tê rizgarkirin? Heke Îtîlafa muxalîf ku sîwana siyasî û hevalbendê rewa yê mîlîsên Hemzat û El-Emşat e, ev li gorî gotina wî ev herêm rizgar kirine, wê demê binpêkirinên li dijî şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tên çi wateyê? Tecawizkirina zêdetirî 300 jinên Kurd û ragirtina jinan di girtîgehên El-Hemzat de tê çi wateyê? Kuştina jinên temenmezin bi destê çeteyên hikumeta AKP`ê li Efrînê, çawa tê şîrovekirin?

Kuştina Hevrîn, Barîn û Zehra yên bi destê wan mîlîsan, çawa tê şîrovekirin? Alên Tirkiyê yên li jor dibistan û saziyan, qedexekirina zimanê şêniyên herêmê, guhertina demografiyê û koçberkirina bi sed hezaran mirovan bi darê zorê ji malên wan, tê çi wateyê?

Nesir El-Herîrî bi xwe endamên ENKS`ê yên di Îtîlafê de wek tenê karmendên ku mafê wan nîn e daxwaza mafên neteweyî, çandî yan siyasî yên gelê Kurd bikin, bi nav kirin. Her wiha îtiraf bi nasnameya Sûriyê ya Kurdên Sûriyê nekir. Îtîlafê soza radestkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî da ENKS`ê.

Wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em van daxuyaniyan şermezar dikin û wekî berdewama projeya şovenîst ku armanc jê rewakirina dagirkeriya Tirk li wan herêman e û tunekirina nasnameya kurdî ye, bi nav dikin. Daxuyaniyên wan dikevin xizmeta çavnebariyên Erdogan û hikumeta AKP`ê ku hewl didin Împaratoriya Osmanî vegerînin.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku destwerdanê bike da ku hemû binpêkirinên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî tên kirin, belge bike. Em banga rizgarkirina wan herêman dikin û dixwazin ku şêniyên wan li xaka xwe vegerin û bi misogeriya navneteweyî mafên xwe bi dest bixin. Her wiha em bang li hemû jinên Sûriyê dikin ku li hemberî hemû rengên zilm û dagirkeriyê bisekinin û heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî yên Sûriyê, tê bikoşin. Her wiha xebatên xwe zêde bikin da ku roleke çalak di bidawîkirina aloziya Sûriyê de bilîzin û di navendên biryarê de cihê nûnertiyeke adil bikin.”

(cx)


Mijarên Din