Meclisa Jinan.. sîwana sereke ya tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek sîwanek siyasî, hiqûqî, civakî û çandî tê hesibandin. Meclis, parastina destkeftiyên jinan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştandin û pêşxistina qanûna jinan, misogerkirina pêkanîna wê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê refên xwe li tevahiya warên jiyanê  birêxistinkirin û gavên dîrokî avêtin. Jinên herêmê tevlî qada siyasî bûn û rê li pêşiya pergala hevserokatiyê û zayendî hate vekirin. Her wiha pergala edaletê pêşket û qanûnên jinan hatin derxistin. Ev jî ji girîngtirîn destkeftiyên jinan di van salan de tê hesibandin.

Ji bo parastina destkeftiyên jinan ên ku di Şoreşa Rojava de hatine bi destxistin, pêwîst bû meclisek ku tevahiya jinan di bin banekê de kom dike were avakirin. Kongreya Star bi vê erkê rabû û piştî nîqaşên 5 mehan û erêkirina rêxistinên jinan, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara lidarxistina kongreya damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate girtin.

Avakirina meclisê gavek stratejîk e

Di 14`ê Hezîranê de kongreya yekemîn a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Di kongreyê de gelek kesayetên siyasî, nûnerên partiyên siyasî, rêxistin û meclis amade bûn, tevî şandeya nûnerên partiyên Başûrê Kurdistanê.

Wek encam Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Ji bo pêşxistina jinan di tevahiya warên siyasî, aborî û warên din de ev gavek stratejîk e. Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd got: "Piştî têkbirina DAIŞ`ê, pêvajoyek nû li Bakurê Rojhilatê Sûriyê li ser tevahiya astan û waran destpê kir. Bi rêya vê pêvajoya bingehîn dê perwerdekirina jinan û pêşxistina wan ji xebatên me yên destpêkê bin. Da ku sîwanek giştî ji tevahiya rêxistin û saziyên jinan re were avakirin."

Sazumaniya meclisê û rêziknameya wê

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek sîwanek siyasî, hiqûqî, civakî û çandî tê hesibandin. Ji tevahiya rêxistinên jinan, partiyên siyasî û nûnerên meclisan û rêxistinên civaka sivîl ku têkildarî dozên jinan û kesayetên serbixwe pêk tê.

Meclisa vîna birêxistinkirî ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rave dike. Dozên jinan nîqaş dike û biryarên girêdayî wê digire. Her wiha hewl dide jinan pêşbixe da ku tevlî  tevahiya navendên girtina biryarên girêdayî dozên diyarkirina çaranûsa civakê bibin. Meclis bi aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re koordîne dike.

Rêgezên bingehîn ên meclisê

Di nîqaşên di navbera beşdarên kongreyê de, rêgezên bingehîn ên meclisê hatin erêkirin. Jê pêkanîna wekheviyê, hevjiyana azad û neqebûlkirina tevahiya cureyên nijadperestî, netewnetewperestî, bawerîperestî û zayendperestî. Tevî redkirina tevahiya cureyên tundiya li dijî jinan, li gorî qanûna  hejmar 1820 a Meclisa Ewlehiyê ya NY`î ya sala 2008`an, pêkanîna pergalek demokratîk pirrengî û nenavendî li Sûriyê. Her wiha parastina jinan û zarokan li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`ê ya  hejmar 1325 ya sala 2000.

Armancên meclisê

Meclis parastina destkeftiyên jinan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûniştandin û pêşxistina qanûna jinan û misogerkirina pêkanîna wê li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc. Heman demê de bi rêxistinkirina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên Sûriyê bi giştî armanc dike. Ji armancan jî perwerdekirina jinan ji tevahiya aliyan ve û pêşxistina jinan di warê makenîzmeyên xweparastinê de.

Meclis hewl dide mekanîzmeyên karên hevpar bi jinên Sûriyê re li herêmên din pêk bîne. Jinan bi rêjeyên mezin tevlî prosesa danûstandinê û komîteya nivîsandina destûra Sûriyê bike, li gorî ku mafên jinan ji tevahiy aliyan ve misoger dike. Jin dê bi awayekî çalak tev li girtina biryarên girêdayî jinê  û dozên civakî bi giştî bibe.  Hewl bide ku alîkariya jinên Sûriyê yên ku bi darê zorê koçber bûne bike da ku bi dabînên navdewletî vegerin warên xwe.

Ji bo rizgarkirinê Efrînê meclis hewl dide kedên xwe zêde bike û zilma ku li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve li jinan tê kirin tune bike.  Dê hewl bide ji bo avakirin û rûniştandina têkiliyan bi rêxistinên herêmî û cîhanî yên jinan re bixebite. Da ku tecrubeyan bidin hev du û karê hevpar di navbera meclisan û wan rêxistinan de pêk bîne.

Meclis dê her sal carekê kongreya xwe lidar bixe

Meclis li gorî biryarên kongreyê salê carekê li dar dikeve. Tê de koordînasyona meclisê ku ji 17 endaman pêk tê, tê hilbijartin. Tevî derbaskirina nûnertiya jinan ji tevahiya pêkhateyan û herêman. Meclis her du mehan carekê civînên xwe lidar dixe û dozên pêvajoyî nîqaş dike.

Koordînasyona meclisê çavdêriya pêkanîna biryarên ku ji hêla meclisê ve hatine girtin  dike. Civînên meclisê bi rêxistin û bi rêve dibe. Her wiha bi aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê re koordîne dike. Têkiliyan bi rêxistinên herêmî û cîhanî yên jinan re pêş dixe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din