‘Meclisa Jinan wê dengê jinê ji cîhanê re ragihîne‘

Jinên ku beşdarî Kongreya Damezrîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibûn, diyar kirin ku lidarxistina kongreyê wê dengê jinê ragihîne civakê derve. Jinan gotin, dê derfet bide hemû jinan ku beşdarî qadên jiyanî bibin.

14‘ê Hezîranê Kongreya Damezrîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar ket û bi avakirina koordînasyonê meclisê ji 17 endaman bi encam bû.

Hin jinên ku beşdarî kongreyê bibûn, li ser girîngiya kongrê ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka Komeleya Çerkez a bajarê Minbicê Hind Dagistanî anî ziman ku kongre gaveke baş û bi hêz e. Hind got, wê kongre rê li ber jinan veke ku rola xwe di hemû qadên jiyanê de bilîzin.

Hind Dagistanî gotinên xwe wiha domand: “Em dibînin hîna hemû cure zext li ser jinan tên kirin û mafên wan tên dagirkirin. Bi taybet di serdemên dagirkirina DAIŞ‘ê de, ku çeteyan hewl da hêza jinan bişkînin. Loma bi vê kongreyê dê jin karibe li hember zulma li ser wê tê kirin bisekine, hêza xwe diyar bike û fikirê xwe azad bike."

‘Kongre insyatifeke baş e, Meclis hemû jinan di nav xwe de dihewîne‘

Endama Buroya Yekitiya Suryan û berpirsa Tevgera Jinên Ciwan Meryana Îsa, kongre bi "Insyatîfeke baş" bi nav kir û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de hewand û dê hevgirtina jinan xurt bike. Di heman demê de dê bibe gaveke ku jin mîsyona xwe di qadên aborî, siyasî û civakî de pêk bîne. Meclisa hatî avakirin hemû jinan hembêz dike."

Meryana Îsa got: “Di kongrê de mijarên girîng hatin nîqaşkirin. Dê bandoreke êrênî li jinan bike û ji hemû jinên Rojhilata Navîn, bi taybet jinên Sûriyê re bibe destek."

Nûra El-Zîr a Çeçanî kongre li hemû jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku jin bi rêya meclisa hatî damezirandin dê têkoşîna xwe bi hêz bikin.

Nûra têkildarî bandora avakirina meclisê li ser jinên çeçanî got: "Jina çeçanî dema ku tevlî civakê bibe tê naskirin. Lidarxistina vê kongreyê û avakirina meclisê dê rê li ber jinên çeçan veke da ku rola xwe hê bêtir di qadên jiyanî de bilîze."

ANHA


Mijarên Din