Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji gelê Lubnanê re xwest

Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji gelê Lubnanê û malbatên qurbaniyên teqînê re xwest û piştgiriya xwe ji gelê Lubnanê re nîşan da.

Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên qurbaniyên di teqîna roja sêşemê ya li bendera Beyrûtê rû da re xwest. Di encama teqînê de hejmareke zêde bûn qurbanî û ziyanên madî çêbûn.

Daxuyaniya Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

"Teqîna roja sêşemê li bendera Beyrûtê rû da ku di encamê de bajar veguherî bajarekî wêrankirî, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran sivîl birîndar bûn. Beyrût jî bû bajarekî wêrankirî, êdî ji tevahiya mirovahiyê û ji tevahiya gelên cîhanê re bûyer dijwar hat, di heman demê de di demekê de ku Covid-19 li Lubanê berbelav e, ev bûyer pêk hat û hişt ku ziyana teqîn hîn mezintir be.

Em jî wek Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji gelê Lubnanê û malbatên qurbaniyan re dixwazin û hêvî dikin ku di zûtirîn dem de birîndar rehet bibin, li gel vê di vê karesata mezin de dilê me bi gelê Lubnanê re ye.

Em bawer in ew ê gelê Lubnanê vê bûyerê bi israr derbas bike, ji ber gelekî zindî ye, di pêvajoya salan de gelek bûyerên wiha derbas kirine, di dawiyê de ji Lubnana cîran re aştiyê dixwazin, da ku careke din vegere rol û mîsyona xwe ya diyarker û rola xwe ya dîrokî bilîze û wekî şaristaniyeke demokratîk û çandî li Rojhilata Navîn be."

(eh)

ANHA


Mijarên Din