‘Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk tîne‘

Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zirarên mezin çêkirin û binpêkirin li dijî gelê Sûriyê pêk anîn, meclisê bi rêya daxuyaniyê daxwaz ji civaka navneteweyî kir da ku tedbîrên pêwîst der barê mijarê de bigire.

Îro Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re têkildarî binpêkirinên ku dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê pêk tîne, parve kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf û beşdarbûna endamên Koordînasyona Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corcêt Yeqûb, Bûseyne Remedan, Necla Temo, Jiyan Hesen û gelek dezgehên çapemeniyê li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de meclisê qala aloziya Sûriyê û derbasbûna wê di pêvajoya nanok piştî êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di daxuyaniya xwe de silavek ji rêxistinan, tevgerên rizgariyê li Kurdistanê û li hemû cîhanê re şand ku li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinîn û daxwaza parastina gel kirin.

Daxuyaniya Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

"Piştî êrişên dewleta Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi navê hemleya Nebi El-Selam di 9`ê Cotmehê tevî komên çekdar ên bi navê Artêşa Niştîmanî Sûriyê bi hinceta parastina ewlehiya netewî ya Tirkiyê û sînorê wê yê başûr û bi hinceta bicihkirina melyonan ji koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê li xaka ku dagir dikin û avakirina herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku cihê herî ewleye li ser hemû demografiya Sûriyê, aloziya Sûriyê derbasî pêvajoyekî nû pir nakok bû. Tirkiyê bi vê yekê serdestiya dewleta cîran binpê dike û hemû pîvanên exlaq û belgeyên navneteweyî paşguh dike.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zerareke mezin derheqê gel de pêk hat û qanûnên navneteweyî binpê kirin. Binpêkirinên  ku kirine ev in:

1- Tirkiyê di 9`ê Cotmeha 2019’an dest bi êrişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ev yek binpêkirineke ji biryara 3314’an a sala 1974’an a peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.

2- Binpêkirina biryara 2131 Kanûna 1965 û biryarên 9, 39 û 103 Kanûna 1981’an ji peymana NY`yê ku dibêje divê destwerdana kar û barê hundirîn ên dewletan neyê kirin, her wiha girîngiya parastina serxwebûn û serdestiya wê bê kirin. Her wiha sûca li dijî mirovahiyê ye li gorî madeya 7’an ji hêmanên sûcan ku dewletên derdorê di sîstema Romayê de di 10`ê Îlona 2002’yan erê kirine.

3- Dewleta Tirk bi rûxandin û helandina hemû hêmanên çandî yên şêniyên resen li Serêkaniyê û Girê Spî dike û alên xwe li ser hemû sazî û avahiyan daliqandiye, ev yek jî binpêkirine ji hevpeymana Laheyê ya sala 1954’an e ku behsa girîngiya parastina mîrasê çandî di aloziyan de dike.

4- Tirkiyê îdiaya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dike, ev yek jî binpêkirine ji zagona 51’an a peymana NY`yê ye, ji ber tu belgeyên ku gef li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê tune ye.

5- Qirkirinên komî li dijî şêniyên resen ji Kurd, Ermen, Aşûr û Suryan pêk tîne, bi wê yekê biryara 96’an a biryarên civata giştî ya NY`yê 11.12.1946 û hevpeymana navneteweyî ya 1948’an.

6- Koçberkirina zêdetirî 300 hezar şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji malên wan bi zorê û qedexekirina vegera wan, her wiha guhertina demografîk li herêmê û bicihkirina koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê li şûna şêniyên resen û hemû mafên gelê resen paşguh kirin ku madeya 107’an a sîstema Romayê binpê dike. Her wiha binpêkirina madeya 49’an a hevpeymana Cinêvê ya 4’an ji sala 1949’an.

7- Desteserkirina mal û milkên taybet li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarên wê, şewitandina malên Kurdan, ev yek jî sûcên şer e li gorî madeya 8’an a sîstema Romayê ye.

8- Binpêkirina madeya 2’yan a hevpeymana qedexekirina sûcên qirkirina komî di Kanûna 1948 û madeya 6 ji sîstema Roma a sereke ku qala kiryarên qirkirina komî ya veguhestina zarokan ji koma bizorê li komeke din, dike. Ku hejmara şehîdan ji zarokên qurbaniyên dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 û birîndar 69, li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd hejmara zarokên koçber û koçberên Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarên wê nêzî 70 hezar zarok e.

9- Hedefgirtina jinan û kiryarên kuştin, destdirêjî û koçberkirina wan, hejmara şehîdên jin ên sivîl ji destpêka êrişa Tirkiyê gihaşt 21, birîndaran 154, ev yek jî binpêkirin e ji madeya 76’an a protokola 12`ê Tebaxa 1949’an û protokola 8`ê Hezîrana 1977’an a hevpeymana Cinêvê sala 1949’an.

10- Qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef roja 12`ê Mijdarê, lîstina bi cenazeyê wê û belavkirina wêneyan çalakiya kuştina wê belge dike, ev yek jî binpêkirin e ji madeya 7’an a hevpeymana Cinêvê taybet a parastina sivîlan dema şer di 12`ê Tebaxa 1949 û madeya 7’an a sîstema Romayê ya sereke benda (A) der barê kuştina biarmanc de.

11- Lîstina bi cenazeyê şehîda şervan Amara roja 23`yê Mijdara 2019 ji aliyê endamên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê û belavkirina wêne û dîmenên wan, ev yek jî sûcên şer e li gorî madeya 8’an a hevpeymana Cinêvê sala 1949’an sûcên şer e.

12- Hedefgirtina tîmên Heyva Sor a Kurd û windabûna tîmên ji 2 hemşîreyan pêk tê Mêdiya Bozan û Havîn Xelîl Ibrahîm û ajokar Mihemed Bozan Seydî û piştî demekê kuştina wan hate ragihandin, ew yek jî binpêkirine ji madeya 7’an a protokola Cinêvê ya sala 1949’an ku parastina tîmên tenduristiyê binpê dike.

13- Hin endamên komên çekdar wêneyên şervana dîlgirtî ya bi navê Çîçek ku di lingê xwe de birîndar bûye belav kirin ku tê de kiryarên dermirovî ku ew wek dîlê şer e lê dikin. Ev jî sûcekî şer li gorî madeyên 13, 14, 15 û 16 ji peymana Cinêvê ya 4’emîn a 1949 û yê guhartî ji peymana 1929’an der barê dan û standinên bi dîlên şer û birîndaran re ye. Her wiha jî binpêkirinek madeyên 7 û 8 a benda 2’yemîn ji qanûna sûcên şer a sîstema Romayê ya bingehîn der heqê dîlgirtiyan de ye.

14- Balafirên dewleta Tirk sibeha roja 13’ê Cotmeha 2019’an bajarê Serêkaniyê û karwanê sivîlên ku berê xwe dida Serêkaniyê bi çekên kîmyewî ya qedexekirî bombebaran kir. Di encamê de 18 şehîd û gelek birîndar çêbûn. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ev madeya ku bi kar hatiye, fosfora spî ye û hê jî zarokê bi navê Mihemed li nexweşxaneyên Fransayê ji ber wê tedawî dibe. Ev jî sûcekî şer li gorî madeya 8 a benda 20 û 18’an a taybetiya sûcên şer der barê bikaranîna gaz, tiştên wekî avê, made û alavên qedexekirî de ye.

15- Hedefgirtina dewleta Tirk a stasyona Elûk a ava vexwarinê ku di encamê de zêdetirî 500 hezar şênî bê av man û ji wê zêdetir jî torên kehrebeyê û stasyonên kehrebeyê hatin hedefgirtin, karaseteke mirovî û binpêkirina protokolên 1977’an e ya ku qedexe ye êrişî avahiyên zindî bê kir. Weke pir, bendav, stasyonên nukleerê  û kehrebeyê.

16- Di 2’yê Mijdarê de, tîma Free Burma Rangers hate hedefgirtin û bi wê re jî endamê tîmê Zhao Singh şehîd bû û endamekî din jî birîndar bû. Her wiha erebeya ambulansê ya girêdayî Rêxistina Cadus û nexweşxaneya Serêkaniyê di 9’ê Cotmehê de hat hedefgirtin û desteserkirin. Ev jî binpêkirinek li gor madeya 8’an û madeya 13’an ji protokola Cinêvê ya 1949’an e.

17- Nehiştina vekirina koorîdorên ewle ku birîndar, cenazeyên şehîdan û sivîlên ku ji ber bombebaranê koçber bûne, derxin. Ev jî binpêrinek li gor madeyên 14, 15, 16, 17 û 18 ji protokolên Cinêvê yên 1949’an ku divê dewleta dagirker garantiya dabînkirina pêdiviyên tenduristî ji şêniyan re bike û desteseriyê li mal û alavên wan nek û li gor madeya 33’yan jî divê koorîdorên hêsankirina amabulansê bên vekirin.

18- Dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî ferq û cudahiyê yan jî parastina girên dîrokî yên li herêmê, bombebaran dike. Bi wê re jî binpêkirinê li gor biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2347 ku sûcê şer e, pêk tîne.

19- Di 13’ê Cotmeha 2019’an de nûçegihanên ku tevî karwana sivîlan berê xwe dida Serêkaniyê hedef girt û di encamê birîndarî û şehadeta nûçegihanê ANHA’yê Seed Ehmed pêk hat. Di 12’yê Mijdarê de jî nûçegihanê kanala Ronahî TV Dilyar Cizîrê di dema şopandina êrişan de, birîndar bû. Her wiha jî nûçegihana Jin TV Zozan Remedan Berkel jî birîndar bû. Ev jî li gor madeya 79 ji protokola Cinêvê ya 1977’an ku divê parastina rojnamevanan di cihên şer de bê kirin, binpêkirinek e.

20- Dêrên li bajarên Serêkaniyê û dêra Ermanan li Girê Spî hatine hedefgirtin û tiştên tê de talan kir. Ev jî dibe binpêkirinek li gor madeya 8’an a benda 2’yemîn ji benda 9’an ji qanûna sûcên şer a sîstema Romayê ya bingehîn.

Der barê binpêkirin û sûcên şer ên ku bi mafên gelê sicîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hatine û hatine bibîrxistin, daxwaz û bang me ji civaka navdewletî wiha ye: 

1- Divê bendên peymana agirbestê ya ku dema berê de hatiye lihevkirin pêk bê û yekser tevahî hêz ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişin.

2- Divê qedexeya asîmanî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku parastina sivîlan bike, pêk bê.

3- Divê koçberên ku bi zorê ji herêmên dagirkirî ji Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wan koç bûne bi garantiyên navdewletî vegerin da ku projeya guhartina demografiya herêmê ya ku dewleta Tirk plana wê dike, pêk neyê.

4- Divê hêzên navdewletî yên yekalî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên şandin da ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmê bên rawestandin.

5- Divê komîteya navdewletî ya lêpirsîna rastiyan bi sponseriya NY’yê bê avakirin û ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re der heqê lêpirsîna binpêkirinên ji hêla artêşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve pêk tên, bê şandin.

6- Divê dosyaya lêpirsîna doza kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef, Çîçek, Amara, îşkenceya jinan û hedefgirtina wan bê vekirin.

7- Divê bang li NATO’yê bê kirin ku helwesta xwe ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bike ku dewleta Tirk tê de çekên NATO’yê û yên qedexekirî bi kar tîne.

8- Divê Erdogan bê sûcdarkirin û pêşkêşî dadgeha navdewletî bibe û darizandina wekhev der barên sûcên şer ku bi destê hêzên wî û komên girêdayî wî yên bi fermana wî pêk anîne û çekên qedexekirî jî bi kar anîne, bê kirin. Her wiha jî Erdogan eşkere daxuyan û got: "Dê Kurdan di xendekên wan de li gorî bikin." Ev daxuyaniya wî jî xîtabeteke nefret, kîn û nîşaneyê niyetên wî yên sûcên şer bi mafên gelê Kurd de, pişrast dike.

Di dawiyê de em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî jinên ku di hemû rêxistin û tevgerên rizgariya Kurdistan û cîhanê de ne, silav dikin. Her wiha jî bangewazên azadî, aştî û mafên mirovan ku li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinîne û banga parastina gelê Kurd dikin jî, silav dikin û her kesê/a ku piştgir û piştevaniya têkoşîna jinan û banga rizgarkirina zarok û jinên Rojava ji hovîtiya alava kuştinê ya dewleta Tirk dikin jî spas û silav dikin."

(jo-fr)

ANHA


Mijarên Din