Meclisa Jinên Sûriyê: Divê Erdogan di dadgehên navdewletî de were darizandin

Meclisa Jinên Sûriyê got, Erdogan li Sûriyê qanûnên navdewletî binpê kir, sûcên qirkirina etnîkî, komkujî, koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografîk pêk anîn, lew re divê sewqî dadgeheka navdewletî were kirin û hesab jê were xwestin.

Bi beşdarbûna jinên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesyasetên serbixwe, Meclisa Jinên Sûriyê der barê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber avahiya meclisê ya li taxa Siyasî ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek ji bo raya giştî parve kir.

Meclisa Jinên Sûriyê diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve di Adara 2011‘an de rejîma Tirkiyê bi rêya desteka bi komên terorîst re gefan li xaka Sûriyê dike û got: "Tirkiyê di sala 2014‘an de desteka leşkerî û her wekî din da komên terorîst da ku êrîşî bajarê Kobanê bikin. Piştre bi xwe desteweran kir, di 2016‘an Cerablus û Bab û di 2018‘an de bajarê Efrînê dagir kirin. Ev gavên ji aliyê Tirkiyê ve serweriya xaka Sûriyê û têkiliyên cîranê binpê dikin. Di heman demê de li dijî qanûnên navdewletî û peymanên Neteweyên Yekbûyî ne."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiyê ji meha Tîrmeha derbasbûyî de 3 hezar û 451 penaberên Sûriyê di deriyê sînor ê Bab El-Hewa de derxistin Idlibê û wiha pê de çû: " Artêşa Tirk a dagirker di Nîsana 2019‘an de dîwarê parçekirinê li derdora bajarê Efrînê lêkir. Hêzên Tirkiyê dirêjahiya 564 kîlomîter dîwar lê kir. Ev dîwar beşek ji plana wê ya ku Efrîn tevlî Tirkiyê bike."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser siyaseta guhertina demografîk li Efrînê, kuştin, koçberkirin û destdirêjî û ferzkirina bacan û wêrankirina binsaziya herêmê.

Meclisa Jinên Sûriyê destnîşan kir ku daxuyanî û gefên dawî yên Serokê Tirkiyê û rayedarên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê ewlehiya herêmê dike hedef û dibe karesekeke mezin li Sûriyê rû bibe û ev yek hate gotin: "Ev gefanan yek ji hewldanên derbekirina jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê Kurd, Ereb, Kildan, Asur, Suryan, Tirkmen, Çerkes û Êzidî de ye."

Meclisa Jinan a Sûriyê, binpêkirinên Tirkiyê ji qanûnên navdewletî rêz kirin û diyar kir ku dewleta Tirk biryara 2131 ya Kanûna 1965‘an, biryarên 9,93, 103 yên Kanûna 1981‘an di Mîsaka Neteweyên Yekbûyî, ku nabe dewletek destwerdanê di karûbarên dewleteke din de bikin. Her wiha biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2734 a Kanûna 1970‘an ya girêdayî xurtkirina ewlehiya navdewletî û biyara 3314 ya sala 1974‘an a Mîsaka Neteweyên Yekbûyî ku bikaranîna hêza çekdarî li dijî dewleteke din red dike, binpê dikin.

Meclisa Jinên Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kir; "

- Erdogan ji ber binpêkirnên wê yên li jorî hatin bi bîrxistin sewqî dadgeha navdewletî were kirin.
-Erdogan ji ber sûcên şer û sûcên der mirovî ku li bajarê Efrînê û bajarên din ên Sûriyê kirine were darizandin.
-Erdogan ji ber sûcên paqijkirina etnîkî, komkujî, koçberkirina bi dare zorê ya bi armanca guhertina demografiya li Sûriyê were darizandin.

-Divê rêxistin û saziyên navdewletî yên têkildar ji ber binpêkirinên li Efrînê ji bêdengiya xwe derkevin û rola xwe di vî warî de pêk bînîn. Ji ber her bêdengiyek delîlê beşdarbûna wan di vê dijmihatiyê de ye.
-Divê rêxistin û saziyên navdewletî yên têkildaî mafên mirovan û alîkariyê hemû binpêkirinan bi belge bike û kesên wan binpêkirinan dike darezînin.

-Em banga rawestandina dijminahiya Tirkiyê li ser gelê xwe dikin û bang dikiin ku hêzên Tirkiyê dimildest bêyî şertên pêşîn ji xaka Sûriyê derxîne. Her wiha em bang li Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ddikin ku Tirkiyê ji xaka Sûriyê derxînin."
ANHA


Mijarên Din