Meclisa Jinên Sûriyê û jinên gundewarên Reqayê civiyan

Endamên Meclisa Jinên Sûriyeyê, serdana meclîsên jin û hevjînên şêx û rûspiyên herêma Cidêdat a rojhilatê Reqayê kirin û sîstema meclisê bi wan da naskirin.

Bi armanca danasîna sîstema meclisê û naskirina jinan bi rola wan, şandeyek ji Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê, meclisên jinan û hevjînên rûspiyên êlên herêma Cidêdat a rojhilatê Reqayê ziyaret kirin.

Di hevdîtina li gel hevjînên şêx û rûspiyên eşîreyan de endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Mekiya Hiso got: "Jin dikare bibe siyasetmedar, diplomat û şervan. Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev yek da xuyakirin. Jin ji her aliyên jiyanê re vekiriye, ji ber bi xwezayê re dijî. Divê em xwe pêş bixin û fikrê paşverû yên DAIŞ ji rakin."

Mekiya her wiha got: "Ji serdemên kevin de jin di nav eşîreyan de roleke mezin di rêveberina jinan de lîst û bêyî ku zilmana vegerin pirsgirêkên xwe çareser dikirin. Divê li ser vî esasî em xebata xwe bidomînin."

Di serdana Meclisa Jin a Herêma Cidêdat de, endama desteyê Cîhan Mihemed diyar kir ku ev serdana wan a yekemîn ji bo hevjînên şêx û eşîreyan  e û got: "Armanca me ji vê serdanê ew e ku jinên eşîreyan rola xwe ya xizmeta civakî bilîzin û rola xwe nas bikin. Divê em toza hişmendiya baviksalarî rakin û rola rastîn a jin di rêvebirina civakê de vegerînin."

Hevjînên şêx û rûsiyan serdana şandeyê kirin û xwestin ku civîn û semînerên girêdayî jinan werin lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din