Meclisa Jinên Sûriyê li Reqayê civînek li dar xist

Meclisa Jinên Sûriyê bi armanca xurtkirin û pêşxistina rola jinan di siyasî de, bi jinên endamên şaredariyên gel ên bajarê Reqa û gundewarê wê re civiya.

Meclisa Jinêm Sûriye lidarxistin rêzesemîner û civînên danasîna armancên meclisê bi jinan re didomîne. Li ser wê civînek ji endamên jin ên şaredariyên gel ên Reqayê re li avahiya Şaredariya Gel a bajêr lidar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat behsa pêwîstiya pêşxistina jinan ji aliyê siyasî ve kir û wiha domand: "Ji ber ku armancên meclisê  ew e ku jinan beşdarî çareseriya aştiyane ya aloziya Sûriyê de û komîteyên destûra nû da ku mafê jinên misoger bike, bibin."

Lîna axaftina xwe wiha berdewam kir: "Jin ji gelek serdema ve ji paşguhkirina rola wê di siyasetê de zehmetî kişand."

Lîna bal kişand ku jin bi zanabûna xwe û tevlibûna wê ya çalak dê karibe aloziya Sûriyê çareser bike û ronakiya jinê vegerîne civakê.

Piştî wê endama Desteya Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed axivî û got: "Bi rêya van çalakiyên em hewl didin qîmetekê bidin wê zanabûnê û bi rêya semîner û werşeyên kar ên girêdayî pênasekirina hevpeymanên cîhanî em hewl didin jinê ji aliya siyasî ve xurt bikin, da ku rola xwe ya siyasî li ku derê dibe bila bibe bilîze."

Civînê bi nîqaş û pirsên girêdayî aktîvkirina rola jinan di siyasetê de bi dawî bû.

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din