Meclisa kantona Efrînê destek da çalakiya grevên birçîbûnê

Konê çalakiyê yê grêva birçîbûnê ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye vedan, di roja 6`emîn de didome.

Bi dehan şêniyên Şehbayê berê xwe da konê piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ku li qada navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hatiye vedan.

Di bin konê çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven, şehîdên Berxwedana Serdemê, ala Kongreya Star,ala Yekitiya Jinên Ciwan a Efrînê, Şehba û ala Yekitiya Êzidiyên Efrînên hatine daliqandin.

Di bin konê çalakiyê de hevseroka meclisa kantona Efrînê Şêrîn Hesen, endama meclisa navçeya Ehdas Weqfiye Bekir, endama meclisa kampa Efrînê Leyla Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê di greva birçîbûnê de li tevahî Kurdistanê û cîhanê hat silavkirin. Her wiha hat tekezkirin ku bi saya berxwedana pîroz a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê azad bibe û Efrîn dê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bibe.

Di axaftinan de hat gotin ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêr Leyla Guven û hemû şehîdên azadiyê bin.

Paşê beşdaran li dengê Ocalan der barê birêxistinkirina gel li ser esasê jiyana komînal û şoreşger guhdar kirin. Her wiha li dengê berxwedêr Leyla Guven der barê berxwedana wê û hevrêyên wê di greva birçîbûnê de ku dê çalakiya xwe heta rakirina tecrîdê ji ser Ocalan berdewam bikin, guhdar kirin.

Paşê endama meclisa kantona Efrînê Arîn Elî têkildarî jiyana jinan, zehmetiyên ku rastî wan tên û berxwedana wan a ji bo ji zehmetiyan xilas bibin, semînerek da.

 (bx)

ANHA


Mijarên Din