Meclisa kantona Girê Spî şewata dexl û danên Eyn Îsayê şermezar kir

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd kiryarên dewleta Tirk ên şewitandina hilberînên Eyn Îsayê şermezar kir û anî ziman ku ji ber ku li ser hedefgirtina tîma agirkujiyê ditirsiyan, nikarîn her du bûyerên şewatê kontrol bikin.

Têkildarî şewitandina dexl û danên cotkaran ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî axivî û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî mal û milkên şêniyên navçeya Eyn Îsayê şermezar kir. Şêniyên navçeya Eyn Îsayê debara xwe bi çandiniyê dikin û dewleta Tirk di vê rewşa hesas a herêm tê re derbas dibe, hilberînên çandiniyê dike armanc.

Hemîd Ebd anî ziman ku piraniya zeviyên par hatin şewitandin bi zanebûn bûn û armanca aliyên dijber hedefgirtina Rêveberiya Xweser û hebûna gelan e, lê wan nas kiriye bê kî agir bi zadan dixin, aliyên dijber di nava rojê de çi bi awayekî rasterat, çi jî bi rêya topbaranê be agir bi zadan dixin.

Hemîd El-Ebd bêdengiya civaka navneteweyî û ya Rûsyayê li hemberî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir û diyar kir ku êdî kiryarên dewleta Tirk zelal in û her kes dizane, lê tişte ku dihêle kiryar li dijî wan zêdetir bibin, bêdengiya civaka navneteweyî ye.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî got beriya du rojan agir bi gundewarêm Girê Spî ket, lê ji ber herêm li hemberî sînorê Tirkiyê ye, nekarîn rê li pêşiya agir bigirin, hem jî ditirsiyan ku dewleta Tirk tîmên agirkujiyê bikin armanc, ji ber berî niha dewleta Tirk ambulans û werşeyên kehrebeyê dikirin armanc.

Tê zanîn ku komîteya rewşên awarte li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin, da ku rê li pêşiya bûyerên şewatê bigirin, ji ber par zêdetirî 43 hezar hektar dexl û dan hatin şewitandin.

Çeteyên dewleta Tirk agir bi hemberî rêya M4 xistin û tîma agirkujiyê ya Eyn Îsayê vemirandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rûberekî mezin ji hilberînên şêniyan li gundê Dibis û herêma di navbera Seyda û Mueliq e û dewleta Tirk û çeteyên xwe agir avêtin ava zadan. Komîteya peywendîdar nekarîn xwe bigihînin wê herêmê, ji ber vê yekê hejmareke piştrast ji rûbera hatiye şewitandin, tune ye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din