Meclisa Kantona Hesekê civîna xwe ya salê bi rêzepêşniyaran bidawî kir

Meclisa Kantona Hesekê civîna xwe ya salê bi pêşiyarkirina gelek projeyan bidawî kir. Di nav de projeya avakirina kargehan, bajara pîşesazî li her herêmekê li gorî pêwîstiyan û avakirina stasyona toreya kanalîzasyonê li Hesekê.

Îro Meclisa Kantona Hesekê civîna xwe ya salane lidar xist. Civîn li hola Senabêl a li bajêr li dar ket. Hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yunis, cîgirê hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Gebrîl Şamon, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Îlham Mitlî, hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Silêman Xelîl, Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîdye Mihemed, hevseroka Komîteya Aborî ya herêmêa Cizîrê Semer Hisên, hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kanan Bereket, hevserokatiya kantona Hesekê Semer El-Abdullah û Ebdulxenî Oso, hejmarek endamên saziyên Rêveberiya Xweser, bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û êlên Erebî û Kurdî tev li civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîdye Mihemed axivî û rewşa siyasî ya herêmê bi berfirehî nirxand.

Mîdye di nav gotinên xwe de bibîr xist ku danûstandin bi rejîma Sûriyê re hene lê ne cidî ne. Bi rêya diyalogê bi rejîma Sûriyê re dixwazin Sûriyeyek demokratîk destûrî ava bikin.

Piştre sînevizyonek girêdayî xebatên komîteyên kantona Hesekê hate pêşendan. Paşê hevseroka meclisa kantona Hesekê Semer El-Abdullah rapora salê ya meclisê xwend. Di raporê de gelek pêşniyar hebûn jê:

1-Berdewamkirina projeyên zirftkirina rêyên tevahiya kantonê.

2-Amadekirina meştelan li tevahiya kantonê.

3-Diyarkirina Zabiteya Hawîrdorê, çêkirina hawiyan û bicihkirina wan li tevahiya şaredariyan. Her wiha kolandina bîran li tevahiya gundan.

5-Aktîvkirina navendên tenduristiyê li tevahiya navçeyên kantonê.

Piştre deriyê nîqaş ji beşdaran re hate vekirin. Di nîqaşan de kêmasiyên meclisê li hember malbatên şehîdan hatin giftugokirin. Her wiha hate pêşniyarkirin ku di sala nû de asta xebatên  meclisê zêde bibe û gelek navçe bi navçeyekê ve girê bidin da ku kar hêsan bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din