Meclisa kantona Kobanê banga lêpirsîna binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê kir

Meclisa kantona Kobanê dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şermezar kir. Her wiha banga avakirina komîteyên taybet ên belgekirina binpêkirinên ku li Efrînê pêk tên, kir.

18`ê Adara 2018`an kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Îro du sala di ser dagirkirina Efrînê re, derbas dibin.

Meclisa kantona Kobanê di vê der barê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Efrînê re derbasî sala xwe ya 3`emîn dibe. Di encama wê de bi sedan sivîl hatin kuştin. Komkujî li dijî şêniyên wê pêk hatin. Niştecihên wê yên resen neçarî koçberiyê bûn. Ev hemû li pêşiya çavên tevahî cîhanê û bi taybet dewletên ereban ku di civînê de xwe îşaret bi girîngiya parastina serweriya nîştimanî ya her dewletekê dikir, pêk hatin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Efrînê kir, bajarê Babê dagir kir. Ji ber dewleta Tirk a bi hêrs dikare serdema osmaniyan û mîsaqa Milî dubare bike, di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî Efrînê kir. Li beramberî wê jî şêniyên wê berxwedaniyeke bêhempa meşand. Berxwedan 58 rojan dewam kir. Heta niha jî çalakiyên lehengî yên taybet li dijî çeteyên dewleta Tirk û leşkerên wê, didomin.

Efrînê hate dagirkirin. Tevî dewleta faşîst terorîstên xwe ji tevahî Sûriyê û tevahî herêman tine, Efrînê tu carî naketiye û nakeve jî. Efrîn li beramberî wan herêman bi hev guherand û ev yek bi lihevkirinên bi rejîmê re li ser hesabê gelê Sûriyê bi giştî û bi taybet gelê kurd, hat kirin.

Em weke Meclisa Kantona Kobanê dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar dikin. Em bang dikin ku komîteyên taybet werin avakirin da ku binpêkirinên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî gelê me û hêzên parastina aştiyê yên navdewletî têne kirin, belge bikin. Her wiha da ku vegera şêniyên me li warên wan misoger bike.

Bimire dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, şehîd namirin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din