Meclisa Kantona Qamişlo, bo parastina zeviyan komîte ava kir

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemed Emîn bang li şêniyên kantonê kir ku der barê şewatên di nav çandiniyê de hişyar bin, her wiha da ku parastina hilberînan bikin heta ku mewsima çandiniyê bi dawî bibe, komîteyan ava bikin.

Ji destpêka mewsima çinînê ve agir bi gelek zeviyên li herêmên cuda ji herêma Cizîrê ketiye. Di encamê de hilberîna genim û ceh bi sedan hektaran şewitî. Têkildarî mijarê heta niha sedemên bûyera şewatê nehatine zanîn, di heman demê de jî çendek ji şêniyan dibêjin ku şewat ji encama çirûskên êgir ên patozan in an jî ji ber avêtina boçikên cigareyan e. Her wiha gelek kes dibêjin şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li pey van şewatan in.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemed Emîn têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Ji bo mewsima çinînê bi aramî derbas bibe, me komîteyên xebata awarte li hemû bajar, navçe û bajarokên girêdayî kantonê, ji bo rewşên awarte ava kirin.”

Perwîn Mihemed Emîn diyar kir ku wan ji bo parastina hilberîna çandiniyê û tedbîrên pêwîst belavok belav kirine.

Der barê bergiriyên ji bo parastina hilberînên çandiniyê de Perwîn Mihemed Emîn diyar kir ku wan focên agirvemirandinê li hemû navçe û bajarokên girêdayî kantona Qamişlo ava kirine û wiha got: "Lê ev yek jî ji pêşîgirtina li şewatan re nabe bersiv."

Hevseroka Meclisa Qamişlo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şewatên vê salê ku sedama vê yekê li planan vegerand, her wiha li hêzên ku dijberiya aramiya şêniyên herêmê dikin ku her dem hewldana rûdana tevliheviya di navbera şêniyên herêmê de dikin, lewma êgir bi zeviyên çandiniyê dixin û wiha anî ziman: "Heta niha tu îsbat di dest me de tune ne, ji ber vê yekê em nikarin tu kesî tawanbar bikin."

Perwîn Mihemed Emîn di dawiya axaftina xwe de bang li hemû şêniyan li herêmê kir ku komîteyên parastin û nobetê ava bikin, heta ku mewsima çinînê bi dawî bibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din