Meclisa Kantona Şehbabyê Cejna Qurbanê pîroz kir

Meclisa Kantona Şehbabyê bi peyamekê Cejna Qurbanê li hemû gelên Sûriyê û ûmeta Îslamê pîroz kir.

Peyama Kantona Şehbayê wiha ye:

"Bi boneya Cejna Qurbanê ku dikeve 11‘ê Tebaxa 2019‘an em ûmeta Îslamê bi giştî û gelê Sûriyê bi taybet gelê Efrînê û Şehbayê pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe mizgîniya xêr û serkeftina gelên mezlûm, di serî gelê me yên Şehba û Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin ku hê jî rûmet, azadî û îslama rast a wekî ola hezkirin, aşitî û biratiya gelan diparêzin.

Bi wê munasebetê em banga li hemû gelê Sûriyê û bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku hevgirtina xwe ava bikin û piştgiriyê bidin berxwedana gel a li Efrîn û Şehbayê da ku dagirkeriya Tirk jê were derxistin.

Em Meclisa Kantona Şehbayê Cejna Qurbanê li hemû welatiyan, malbatên şehîdan ên gelê me pîroz dikin û bi hêvî ne ku bi aramî derbas bibe.

ANHA


Mijarên Din