Meclisa Kantona Şehbayê 1’ê Gulanê pîroz kir

Bi rasthatina 1’Gulanê  Cejna Karkeran a Cîhanê re Meclisa Kantona Şehbayê kiryarên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê şermezar kirin. Her wiha destnîşan kir ku dîwarê parçekirinê jî sûcekî li dijî mafê gelê Sûriyê ye û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Îro bi kombûna bi dehan endamên meclisan û şêniyan û bi hildana alên meclisa kantonê û Yekitiya Jinên Azad, Meclisa Kantona Şehbayê li navçeya Fafînê daxuyaniyek bi boneya 1’Gulanê û şermezarkirina kiryarên dagirkeriya Tirk ji raya giştî re weşand. Daxuyanî ji hêla hiqûqnas Narîman Husên ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di kesayeta jinên kedkar û hemû kedkarên li cîhanê de roja 1’Gulanê bi roja yekitiya têkoşîna karker û kedkaran li dijî zilmê pêşwazî dikin. Têkoşîna hemû jinan a li dijî despotiyê û desthilatê pîroz dikin.

Gelê Sûriyê di dirêjahiya şerê 8 salan de rastî hemû cureyên kuştin, koçberkirin û qirkirinê ji hêla komên terorîst ve hat. Piştevanê yekemîn ê van koman jî dewleta Tirk bû.

Para gelê Kurd a qirkirin, revandin û komkujiyan zêdetir bû ku di têkoşîna li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de. Berxwedana gel û hêza wê ji Kobanê, rizgarkirina Reqa û Dêrazorê û herî dawî jî rizgarkirina Baxozê bi destê QSD’ê dest pê kir. Serkeftina leşkerî li dijî mezintirîn rêxistina terorê li cîhanê hate ragihandin. Ji lew re Erdogan tola xwe bi rêya dagirkirina Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn û Idlibê hilda.

Guhartina demografiya Efrînê û bicihkirina bi hezaran çeteyan da ku projeya xwe ya dagirkirinê pêk bîne, hê jî didome. Şêniyên Efrînê yên resen koçberkirin, mal, deverên pîroz, birîna daran û tirkkirina herêmê ji hemû aliyan ve hê jî berdewam e. Berdewama pêkanîna projeya dagirkirinê, lêkirina dîwarê dagirkeriyê ji gundên Cilbirê, Basilê, Kîmarê û Beradê ji bo qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê û tevlêkirina nava Tirkiyê, daye destpêkirin.

Em wek şêniyên herêmên Şehbayê van kiryarên dagirkeriya Tirk red û şermezar dikin. Ev jî sûcekî şer e bi mafê gel û binpêkirina qanûnên navdewletî ye. Rûsya berpirsê vê dagirkirinê ye. Bêdengiya navneteweyî der barê dagirkeriya Tirk de şermezar dikin. Bang li cîhanê dikin ku dagirkeriyê ji Sûriyê derxin. Her wiha bang li gelê me dikin ku li dijî dijminê dagirker têkoşîna xwe di hemû aliyan de bilind bikin. Ji ber ku ev dagirkerî hemû sûriyan dike hedef û parçekirina wê armanc dike. Her wiha bang li dewleta Sûriyê dikin ku bi berpirsyariya xwe ya niştîmanî li hember dagirkeriyê bisekinin, ji ber ku ev welat ê me hemûyan e û bi xwîna ciwanên me hatiye avdan."

(fr)

ANHA


Mijarên Din