Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê: Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin

Di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî navçeya Girkê Legê hevserokên Nivîsgeha Edaletê şehîd bûn. Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û got: “Soza me ew e em heta dawî li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Îro balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li çerxerêya gundê Ceman ê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo, erebeyek kir hedef. Di encamê de hevserokên Nivîsgeha Edaletê; Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûn.

Meclisa Kongra Stara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrişê de daxuyaniyek da. Endama Koordînasyona Kongra Star Rîham Loqo daxuyaniya Meclisa Kongra Stara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend.

Daxuyanî wiha ye: “Em îro êrişa hovane ya ku li dijî pêşengên şoraşa me Zeynep û Yilmaz pêkhatî şermezar dikin. Ji çiruska 19’ê Tîrmehê de û heta roja îro bê navber bi awayekî hovane êrişî destkeftiyên nirxên şoreşa Rojava dikin. Ji bo şkandina vîna jina azad bi riya şerê taybet û bi riya balafirên bê mirov  li ser herêmên me êrişên xwe nesekinandiye.”

Rêveberiya Xweser tekoşîn û xebatên xwe ji bo tevahî cîhanê re dibe mînak, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û pêşengên me zêde dibin. Dixwazin di kesayeta jinên pêşeng de îradeya jinên azad bişkînin. Ev ne cara yekem ku bi vî awayî êrişî herêmên me dikin. Em bêdengiya raya giştî şermezar dikin û dibêjin êdî çavê xwe ji vê dagirkeriyê re negrin û nebin hevkarê van êrişên dagirkeriya Tirk.

Şehîd Zeynep Mihemed bi fedakariyek û vîneke xurt tê koşiya heta kêliya henaseya xwe ya dawî li ber xwe da. Her wiha hevalê me Yilmaz ji bo pêşengiya şoraşa me her kêlî bê navber ji bo parastina destkeftiyên projeya neteweya demokratîk ku weke endamekî bi rihekî fedakar kar û xebat meşand.

Soza me ew e ku em heta dawî li ser şopa şehîdên xwe bin û tola şehîdên xwe li erdê nehêlin. Em ê bi tekoşîn û xebata xwe bibin bersiv ji keda wan ya bi nirx re. Em bang li tevahî cîhanê, rêxistin û tevgerên jinan dikin ku bi hev re li hember van êrişên dagirkeriyê rabin. Azadiya jinan, azadiya tevahî gelan e.”

 (dg)


Mijarên Din