NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê şer rû dide

Meclisa Leşkerî: Kesên ku gule li xwepêşandêran reşandin radestî dozgeriyê hatin kirin

Meclisa Leşkerî ya Demkî li Sûdanê ragihand ku 7 kesên ku gule li xwepêşandêrên li El-Ebyed reşandin radestî dozgeriya Sûdanê kir, da ku wan darzînin.

Li gorî El-Erebiyê ragihand ku kuştina xwendekarên li El-Ebyed rastî şermezarkirina navneteweyî hat, ku UNCEF daxwaza vekirina lêpirsînê ji bo vê mijarê kir. Li Xertûm jî sedan xwedekar daketin qadan û kuştina hevalên xwe şermezar kirin.

Di roja duşemê di meşek ku ji bo bilindbûna nirxê nan û mazotê li bajarê El-Ebyed a li 350 km başûr rojavayê Xertûm de 6 kes hatin kuştin û 60 kes birîndar bûn.

Rêxistina UNCEF roja sêşemê ragihand ku xwendekarên ku hatin kuştin temenê wan di navbera 15 û 17 salî ne. Her wiha kombûna pîşeyan teqez kirin ku kesê hatine kuştin ji qurbaniyên xwendekarên dibistanên amadehî ne.

Bijîşik Amir Adem di nexweşxaneya El-Ebyed duh teqez kir ku qûrbaniyên gulereşandinê 4 xwendekarên dibistanan in û temenê wan di navbera 15 û 17 salî ne û xwedekarekî di fekulteya dermanan temenê wî 23 salî û zilamekî temenê wî 55 salî ye."

(jo)


Mijarên Din