Meclisa Leşkerî ya Amûdê jî hate ragihandin

Meclisa Leşkerî ya Amûdê jî bi merasîmeke leşkerî hate avakirin.

Merasîm li hola Kerem bi amadebûna fermandarên leşkerî û rêveberên saziyên sivîl ên navçeya Amûdê hate lidarxistin.

Merasîm bi torana leşkerî dest pê kir. Paşê daxuyaniya ragihandina Meclisa Leşkerî ya Amûdê ji aliyê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Amed Amûdê ve hate xwendin.

Amed Amûdê avakirina meclisê li şehîdan û şêniyên herêmê pîroz kir û got: "Em hemû dizanin ku şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gelek pêvajoyan re derbas bû, pêvajoya herî dawî tinekirina DAIŞ‘ê bû, li ser vê yekê hat xwestin ku em sazumaniya hêzên xwe nû bikin da ku bibe hêzeke aktîvtir di parastina herêmê ji gefên derve û yên hundirîn de."

Hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê Abdullah Ehmo axivî, avakirina meclisê li hêzên leşkerî û malbatên şehîdan pîroz kir û got bi saya şehîdan herêm ji DAIŞ‘ê rizgar bûn û rêveberiya xweser hate avakirin.

Di dawiya merasîmê de xelekên dîlanan li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.

ANHA


Mijarên Din