Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdan hat avakirin

Serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê, Ebulfetah El-Burhan avakirina meclisê ragihand.

Serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Ebdufetah El-Burhan avakirina meclisê ragihand:

"Li gorî biryarnameya yasayî ya hejmara 3‘yan a sala 2019‘an Ebdulfetah El-Burhan serokê Meclisa Leşkerî ye û li gorî biryarnameya yasayî ya hejmara 6‘an a sala 2019‘an Mihemed Hemdan Delqo Mûsa cîgirê serok e. Şemsedîn Kebaşî Îbrahîm Şeno endam û berdevkê fermî yê meclisê ye. Her wiha 7 endamên din ên meclisê jî hene."

Fermandarê Hêzên Destwerdana Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo "Hemîdetî" û hemû endamên Meclisa Leşkerî ya Demkî li pêşiya serokê meclisê sond xwarin.

Îro jî beriya niha Serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan qanûna awarte îbatal kir, qedexeya derketinê rakirin û hemû kesên di xwepêşandanên dawî de hatibûn girtin, berdan.


Mijarên Din