Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê agahiyên wergirtina balafirên keşfê derewand

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê agahiyên girêdayî radestkirina hêzên Koalîsyona Navneteweyî balafirên keşfê ji meclisê re rad kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) têkildarî nûçeyên ku dibêjin Koalîsyona Navneteweyî balafirên keşfê radestî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku balafir ên koalîsyonê ne û şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê wêneyên wê kişandin. Her wiha meclisê wernegirtine.

 Navendê di nûçeya ku belav kiriye de ev tişt destnîşan kir: “Koalîsyona Navneteweyî û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji bo şerê li dijî terorê û tunekirina şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî yên ku têkbirina ewlehiya herêmê armanc dikin, bi hev re kar dikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din