Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê li dijî hemû êrişan bersiveke tund bidin

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî destnîşan kir ku wan êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Eyn Îsayê têk birine û got “Em ne alîgirên şer in, lê em ê li dijî êrişan bersiveke tund bidin.”

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li ser rêya M4 û aliyên bakurê bajarokê Eyn Îsayê topbaran kirin û di encamê de 8 sivîl birîndar bûn.

Îro Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê berxwedana şervanên ku rê li pêşiya bi dehan çeteyan girt, da ku negihêjin rêya M4 û bajarok dorpêç bikin, silav kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê xwend. Di daxuyaniyê hate destnîşan kir ku ji ber artêşa Tirk aliyê bakurê Eyn Îsayê topbaran kir, şênî ji bajarok derketin û piraniya malbatan li çolê man.

Meclisa leşkerî di daxuyaniyê de bêdengiya Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê şermezar kir û piştrast kir ku QSD şer naxwaze, lê ew ê li dijî êrişan bersiveke tund bidin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev yek hate diyarkirin: "Artêşa Tirk hîn jî gundên rojavayê kantona Girê Spî yên ku şênî lê hene, topbaran dike."

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin QSD`ê duh piştrast kiribû ku 18 çete hatine kuştin û îro jî bi navbeynkariya Rûsyayê QSD`ê hişt ku artêşa Tirk û çete cenazeyên çeteyan hildin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din