Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Tirkiye agirbestê binpê dike, sivîlan qetil dike

Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef bi bîr xist ku 2 sivîl ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kuştin û got ku dewleta Tirk peymana agirbestê binpê dike û sivîlan qetil dike.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef têkildarî topbaranên dewleta Tirk ên 2 rojên borî yên li dijî navçeyê û gundewarên wê ji ANHA'yê re axivî.

Xelef êrişên bênavber ên dewleta Tirk ên li dijî gundan şermezar kir ku di encamê zarokê bi nave Hatim Zêdan û şêniyê bi navê Mihemed Silêman hatin qetilkirin.

Xelef diyar kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên kantona Girê Spî û gundewarên wê berdewam in.

Xelef da zanîn ku ev sûc û êriş li pêş çavên tevahî cîhanê pêk tên, bi taybet li pêş çavên Rûsyaya garantor ku agirbestê dişopîne û li hember binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê nasekine.

Riyad Xelef wiha gotina xwe bi dawî kir: "QSD li hember tevahî qanûn û peymanên navneteweyî rêzdar e, her wiha li gorî agirbestê tevdigere. Lê belê çi êrişek li ser herêmê pêk hat bersiva wê dide."

Di encama topbarana bêserûber a dewleta Tirk a roja Înê ya li dijî navçeya Eyn Îsa de zarokê bi navê Hatim Zêdan şehîd bû. Duh jî leşkerên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Mihemed Silêman ê ku pezê xwe li gundê Tirwaziyê ya girêdayî kantona Girê Spî diçêrand li nêzî rêya M4 qetil kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din