Meclisa Leşkerî ya Hesekê hate avakirin

QSD`ê îro bi merasim û daxuyaniyekê damezirandina Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê ragihand.

QSD`ê îro bi merasim û daxuyaniyekê damezirandina Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê ragihand. Merasim bi beşdarbûna fermendarên QSD,  nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rûspiyên êlan û endamên rêveber ên Meclisa Kantona Hesekê lidar ket.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre daxuyaniya ragihandina Meclisa Leşkerî ya Hesekê, bi sê zimanan hat xwendin. Endama rêveber a Meclisa Leşkerî ya Hesekê Ronahî Amanos bi Erebî, endama hevserokatiya Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo bi zimanê Kurdî û endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ve Xabûr Akad jî bi zimanê Sûryanî daxuyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi destpêka şerê cîhanê yê sêyemîn re, tevahiya hêzên derve xwestin nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin.  Wan hêzan DAIŞ di çarçoveya berjewendiyên xwe de dan tevger kirin. Bê guman gelên herêmê di dirêjahiya demê de, ji ber zulma wan hêzên zordest azar dikandin.

Bi pêşengiya şehîdên şoreşê, têkoşîn û berxwedana gelê herêmê rêxistina DAIŞ`ê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxist. Ev rêxistin li ser tevahiya mirovahiyê xeter e. Li ser van esasan gelên herêmê rêya xilasiyê di projeya Neteweya Demokratîk û xweparastinê de dît û ew wek çareseriya herî guncaw ragihand.

Bajarê Hesekê wek navenda projeya Neteweya Demokratîk û wek bajarekî bi tevahiya pêkhateyên xwe Ereb, Suryan, Kurd û Ermen û pêkhateyên din fedekariyên bêhempa kirin. Di dirêjahiya dîrokê de gelên wê di nav jiyana hevpar û aştiyê de dijîn. Îro carek din gelên wê û bi heman rêbazî bi rêya projeya Neteweya Demokratîk pergala xwe û xwe bi xwe birêxistin kir.

Lewra îro û bi avakirina meclisa xwe ya leşkerî, rêgeza xweparastinê pêk tîne û bi berxwedana xwe û rêveberiya xwe ya xweser êdî bûye mînaka çareseriyê û jêdera azadiyê ji tevahiya gelan re.

Wek Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê em dê li hember hemû gefên li dijî bajêr, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Her wiha em dê tevahiya destkeftiyên gelê me yên ku bi saya fedekariyên ciwanên wê hatine bidestxistin biparêzin.”

Piştî daxuyaniyê hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Sermer Abdullah axivî û got: “Em avakirina Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê li tevahiya malbatên şehîdan û birîndaran pîroz dikin. Bi saya biratiya gelan û hevgirtina gelê herêmê em gihaştin vê asta pêşketî û gelek serkeftin pêk hatin."

Endamê Meclisa Rûspiyan ê bajarê Hesekê Fayiz El-Namis jî got: "Em avakirina Meclisa Leşkerî ya Hesekê pîroz dikin û hêvî dikin armancên şehîdan di pêkanîna rêgeza jiyana hevpar û biratiya gelan pêk werin."

Merasîm bi şahiyekê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din