Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Xalid Îbrahîm El-Xalid 12‘ê Mijdarê (Îro) dema erka xwe ya parastinê li xetên pêşîn pêk di anî şehîd bûn.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi xemgînî me agahiyên şehadeta şervanê xwe Xalid Îbarahîm El-Xalid bihîst ku dema erka xwe li xetên pêşîn bi cih dianî di encama qezeyekê de şehîd bû. Şervanê me yê leheng Xalid ji gundê Şiyûx ê bajarê Kobanê jidayik bû. Di nava hevalên xwe de bi fedekarî û moralê bilind dihat naskirin, karê jê dihat xwestin bê westandin pêk dianî.
Em sersaxiyê ji xwe, malbata şehîd Xalid Îbrahîm El-Xalid, malbatên şehîdan û gelê me re dixwazin. Em ê heta diplopa dawî li ser xeta şehîdan bimeşin û armancên wan pêk bînin."
Nasnameya şehîd wiha ye;
Nav û paşnav: Xalid Îbrahîm El-Xalid
Navê dayikê: Sebah
Navê bav: Îbrahîm
Dîroka jidayikbûnê: 1990‘î
Cih û dîroka tevlîbûnê: Şiyûx-2016‘an
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-12‘ê Mijdara 2019‘an