Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD`ê lihevhatinên Încîrlîkê pêk anîn Tirkyê jî binpê kirin

Tirkiyê der barê Minbicê de lihevhatina ku li baregeha Încîrlîkê pêk hatibû, binpê kir, anku lihevhatina navdewletî ya der barê pêşeroja bajêr û rêveberiya wê de binpê kir. Ji aliyê xwe ve Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk li gorî lihevhatin û hevpeymanên di navbera hêzên hevpeymanê û Tirkiyê de tev geriyan.

ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Şoreşa Sûriyê; tevgereke aştiyane ber bi pevçûnên çekdarî ve

Di sala yekemîn a şoreşa Sûriyê de hin dewletên herêmê û yên cîhanê destên xwe avêtin nava şoreşê û ew ji xeta wê û dawazên azadiyê derket û herêm bi tevahî ber bi pevçûneke leşkerî ve bir, Sûriye êdî bû qada pevçûn û nakokiyên cîhanî. Li hundir jî pevçûnên mezhebî û etnîk rû dan, di encamê de teror bi pêş ket û komên mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Sûriyê belav bûn.

Vê rewşê bandora xwe li gelê Sûriyê kir, gelek aliyan çek peyda kirin û li Sûriyê tevlihevî çêbû, lewma gel li hin deveran ji bo ku xwe û herêmên xwe biparêzinî çek rakirin. Paşê jî ev tevgera gel veguherî şerê li dijî komên terorîst.

Ji bo parastina herêmên xwe çek rakirin

Yek ji herêmên ku gelên wê ji bo xweparastinê çek rakirin, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Li vê deverê gel li dijî êrîş û gefên komên çete her wiha herî dawî jî li dijî DAIŞ û dagirkerên Tirk xwe bi rêxistin kirin û hêzên xwe yên leşkerî ava kirin, van hêzan herêm û gelên herêmê parastin. Yek ji van hêzan jî Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye ku ji aliyê hêzên navdewletî ve têne naskirin û ta roja îro li dijî çeteyan şer dike. Tirkiye jî hewl dide vê hêzê ji herêmên ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye, derxe.

Ji welatiyên herêmê pêk tê

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji welatî û eşîrên Minbicê pêk tê, gelek komên ku welatiyên herêmê ne di nav de cih digirin, piraniya van koman li deverên cuda yên Sûriyê şer dikirin. Berdevkê fermî yê meclisê Şervan Derwîş diyar kir ku ev hêz xwediyê roleke girîng bû di şerê li dijî çeteyan de, bi taybet di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê de.

QSD koordîneya di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên hevpeymanê de dike

Têkoşîna şervanên di nava komên çekdar ên Ereb ên Minbicê li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kantona Kobanê û bendava Tişrînê, rê vekir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê bê damezirandin. Meclis ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê hate damezirandin. Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil di vê derbarê de wiha dibêje: "Piştgirya QSD`ê û hêzên hevpeymanê alîkariyeke mezin bû ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê û avakirina meclisa wê ya leşkerî."

Ragihandina damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê

Roja 2`yê Nîsana sala 2016`an komên leşkerî ku ji welatiyên Minbicê pêk tên, li hev civiyan, ji van koman Tabûrên Şems El-Şimal, Siwar Minbic, Tûgaya Cund El-Heremên, Kombenda Tûgayên Feratê, Tûgaya Elqosî û Tabûra Tirkmenên Minbicê. Beriya wê civînê gelek hevdîtinên din jî li herêma Sirînê hatin lidarxisitin, di encamê de bi daxuyaniyeke ku li ser bendava Tişrînê ji aliyê fermandarê keclisê Ednan Ebû Emced ve hate xwendin, damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate ragihandin. Jixwe Ebû Emced di pêvajoya hemleya Xezeba Feratê ya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.

Komên di nava Meclisa Leşkerî ya Minbicê de

Tabûrên Şems El-Şimal yek ji komên sereke yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye, tabûr ji şervanên ji pêkhateyên Ereb, Tirkmen û Kurd ên welatiyên bajarê Mibicê û gundewarên wê pêk tê.

Fermandarê Şems El-Şimal Ibrahîm El-Hemdan di vê derbarê wiha dibêje: "Tabûrên me roja 10`ê Nîsana 2014`an bi fermandariya Fêsel Ebû Leyla ku di hemleya rizgarkirina Minbicê de şehîd bû,hatin damezirandin, niha jî tabûrên me wek focên leşkerî di nava Meclisa Leşkerî ya Minbicê de hatine birêxistinkirin.

Komeke din a bibandor jî komên Siwar Minbic in, ev kom di 25`ê Çileya sala 2016`an de bi fermandariya Mistefa Minbic hate damezirandin. Bi sedan ciwanên eşîrên Minbicê yên gundewarên başûr û rojava her wiha gelek ciwanên ji herêmên mîna Idlib, Sirfîrê û Hemayê di nav de cih digirin. Der barê van koman de fermandar Mistefa Minbic wiha dibêje: Herî dawiyê me xwe wek tabûr di nava pergala Meclisa Leşkerî ya Minbicê de bi rêxistin kir, niha buroyên meclisê hene, endamên nû yekser tev li focan dibin, ne tev li koman."

Her wiha tûgaya Cund El-Hermên jî xwediyê roleke girîng e di nava meclisê de, şervanên tûgayê ji welatiyên Minbicê û eşîrên wê ne, di meha Hezîranê ya sala 2012`an de bi fermandariya Îbrahîm El-Benawî, ji bo parastina Minbicê hatiye damezirandin, niha jî xwe di nava tûgayên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de birêxistin dike.

Rêziknameya li gorî peymanên navdewletî

Di kar û barên rêxistinî de Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gorî rêziknameya ji aliyê endam û fermandarên meclisê ve hatiye amadekirin, tev digere. Xalên sereke yên rêziknameyê "parastina herêm û bajarê Minbicê, di dema êrîşan de li gorî hevpeymanên navdewletî û yên mafên mirovan û Hevpeymana Cinêvê, mafê xwe yê xweparastinê bi kar tîne. Milkên giştî û yên taybet diparêze, li ser rêgezên azadî, demokrasî û jiyana hevbeş tev digere. Li dijî nîjadperestî û tundiya li hember civakê ye, nirxên fizîkî û moralî yên herêmê diparêze, li gorî peymanên navdewletî nêzî dîlên şer dibe."

Pergala meclisê rê li pêşiya tevliheviyan girt

Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji 37 fermandaran pêk tê, ew jî berpirs û fermandarên tabûr, foc û tûgayên meclisê ne. Pergala fermandariyê jî wiha ye; fermandarê giştî, 4 cîgir, yek ji wan berdevkê fermî ye, 17 berpirsên buroyên rêveberiyê, 5 fermandarên tûgayan, 7 fermandarên focan û 3 fermandarên herêm û eniyan. Fermandarê giştî biryarên fermandariya giştî erê dike, ji nava cîgirên xwe berdevkê fermî hildibijêre, her wiha liv û tevgera hêzên leşkerî dişopîne.

Yekemîn fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced bû ku roja 29`ê Tebaxa sala 2017`an di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li şûna wî fermandarê niha Mihemed Ebû Adil roja 5`ê Îlona sala 2017`an ji aliyê endam û fermandariya meclisê ve hate hilbijartin.

Hevpeymana navdewletî ji bo rizgarkirina Minbicê, piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Minbicê

Piştî ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê di Nîsana sala 2016`an de hate damezirandin, hemleya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê, dest pê kir, di wê demê  de ji ber destwerdanên Tirkiyê gelek zehmetî kişandin, lê piştî fişarên Amerîkayê Tirkiyê neçar ma ku xwe bide alî. Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi alîkariya hêzên QSD`ê û hevpeymana navdewletî hemleye rizgarkirina Minbicê dest pê kir. Der barê hemleyê de civîneke bi beşdariya fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hevpeymana navdewletî û fermandarên leşkerî yên Tirk li baregeha Încîrlîkê civîn hate lidarxisitn û lihevhatin çêbû. Li gorî berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş şandeya meclisê ya ji bo civînê ji fermandarê meclisê Ednan Ebû Emced, cîgirên wî Îbrahîm El-Benawî û Fêsel Ebû Leyla pêk dihat.

Di civînê de Meclisa Leşkerî ya Minbicê wek hêzeke rewa hate naskirin ku bi alîkariya QSD`ê Minbicê rizgar bikin, her wiha pêwîst e piştî rizgarkirinê hêzên QSD`ê vegerin baregehên xwe yên rojhilatê Feratê û bajêr jî radestî Meclisa Sivîl ya ji welatiyên wê pêk tê bikin. Piştî vê lihevhatinê hemleya rizgarkirina Minbicê destpê kir.

Hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê

Li ser daxwaza welatî û serokeşîrên herêmê û lihevhatina navdewletî hemleya rizgarkirina Minbicê roja 1`ê Hezîrana sala 2016`an de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û piştgiriya QSD`ê û hêzên hevpeymanê ve dest pê kir. Şerên rizgarkirina Minbicê 76 rojan dewam kir, di encamê de bajar roja 15`ê Tebaxa sala 2016`an hate rizgarkirin û bi awayekî fermî radestî rêveberiya sivîl ku di pêvjoya rizgarkirinê hatibû damezirandin, kir.

QSD`ê hêzên xwe vekişandin û bajar radestî welatiyên wê kir

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê hêzên QSD, YPG û YPJ`ê ku di pêvajoya rizgarkirinê de piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir, xwe vekişandin baregehên xwe yên li rojhilatê Feratê, vekişîn li gorî peymana di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hêzên hevpeymanê û Tirkiyê de roja 20`ê Îlona wê salê dest pê kir û roja 5`ê Hezîrana sala 2018`an bi şêwirmendên dawîn ên YPG`ê li ber çavê ragihandinê bi dawî bû.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser sînor bi cih bû û bajar radestî rêveberiya sivîl kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştî ku tevgera li dijî çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên wê yên veşartî bi dawî kir, roja 25`ê Îlona sala 2016`an baregehên xwe yên li hundirê bajêr radestî rêveberiya sivîl a Minbicê kir û li ser sînorên herêmê bi cî bû da ku herêmê li dijî êrîşên derve biparêze.

 299 şervanên ji deverên cuda yên Sûriyê ji bo rizgarkirina Minbicê canê xwe feda kir

Li gorî daxuyaniya rizgarkirina bajarê Minbicê, di pêvajoya şerê rizgarkirina bajêr de 299 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn, her wiha nêzî 784 şervan jî birîndar bûn.

Tu girêdana Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi QSD`ê re tune ye

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn ku ew wek meclis niha serbixwe ne û ne girêdayî tu hêzên leşkerî ne, biryarên wan ji aliyê fermandariya giştî ve têne standin. Her wiha Derwîş diyar kir ku tu têkiliya wan a din bi hêzên Sûriya Demokratîk re tuneye, ji bilî ku hêzeke cîran e û beşdarî rizgarkirina Minbicê bûye û hêzên wan perwerde kirine, Derwîş wiha got: "Em hêzeke sebixwe ne û xwedî serwerî ne, em amade ne ku bi hemû hêzên din re alîkar bin."

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gorî lihevhatinên navdewletî tev digere

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gorî lihevhatinên herêmî tev digere û hemû berpirsyariyên xwe yên bi hêzên hevpeymanê û Tirkiyê re pêk anîne. Li gorî wê bajarê Minbicê radestî xelkê wê kir, hêzên meclisan tenê li herêmên Minbicê hene piştî ku bi hezaran şervanên QSD`ê vegeriyan baregehên xwe yên li rojhilatê Feratê. Li gorî lihevhatinan Meclisa Leşkerî ya Minbicê kete pêvajoya duyemîn ku xwe wek artêşekê bi rêxistin bike û ewlehî û aramiya herêmê biparêze.

Sibê: Di pêngava duyemîn de Meclisa Leşkerî ya Minbicê xwe wek artêş bi rêxistin dike

(k)

ANHA


Mijarên Din