Meclisa Leşkerî ya Reqayê dewreya " Şehîd Ezîz Husên" bi dawî kir

Akademiya Şehîd Emar El-Şêx a girêdayî Meclis Leşkerî ya Reqayê dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Ezîz  Husên bi dawî kir.

Dewre 45 rojan dom kir, tê de şervana waneyên siyasî, fikrî û leşkerî wergirtin. Her wiha şervanan li ser tevahî çekên sivîk, navîn, giran û şerê kolanan perwerde dîtin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji hêla şervanên dewre bi dawî kirine ve dest pê kir. Di merasîmê de fermandarên QSD’ê, rûspiyên eşîrên Reqa û endamên saziyên sivîl amade bûn. Piştre fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebdo Reqa axivî û gotin: "Bi bidawîkirina van dewreyan re hêzên parastin û şerê li herêm her êrişekê xurt dibe. Ji ber ku dema ku herêm tê re derbas dibe dijwar e, bi taybet êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê."

Ebdo wiha da zanîn: "Ey şervan barê mezin li ser milên we parastina gel, xak û rûmetê ye. Ji ber vî gelî bawerî da we ku parastina wî bikin û li hember her gefeke li dijî aramî û ewlehiyê bixekinin."

Piştre şervanan torana leşkerî li pêş beşdaran pêşkêş kir, bi wê re jî hunerên şer ku di dewreyê de wergirtine diyar bikin. Dûvre şervanan sonda leşkerî xwar û soza şopandina rêça şehîd û parastina yekitiya xaka Sûriyê da.

Şehîd Ezîz  Husên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din