Meclisa  Leşkerî ya Sûdanê banga hilbijartinên giştî kir

Serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Abdulfetah Burhan roja sêşemê ragihand ku meclisê biryara ku berê bi xwepêşandaran re der barê veguhastina hikumetê de dabû, rakir. Her wiha biryara hilbijartinan piştî 9 mehên din daye. Li rexê jî Meclisa Ewlehiyê der barê aloziya Sûdanê de li hev dicive.

Roja sêşemê daxuyaniya ku Abdulfetah Burhan daye, kanala fermî weşand û wiha gotiye: "Meclisa Leşkerî biryara rawestandina diyalogan bi Deklarasyona Azadî û Guhertinê re ku berê li ser peyman kiribûn, daye û banga pêkanîna hilibijartinên giştî piştî 9 mehên din kiriye."

Burhan mîsoger kir ku dê hilbijartin di bin çavdêriya herêmî û navdewletî de pêk bê.

Burhan raber kir ku Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê dê lêpirsînê der barê bûyerên ku rû dane de pêk bîne û wiha lê zêde kir: "Em di lêpirsîna îro de soz didin û bang li serdozgeriya giştî dikin ku li gorî erka xwe bimeşe."

Di vê çarçoveyê de Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî, îro (sêşemê) rûniştina girtî ya nîqaşa aloziya Sûdanê pêk tîne. Ew jî piştî kuştina zêdetirî 30 kesan bi destê hêzên Sûdanê roja duşemê pêk tê.

Civîna Meclisa Ewlehiyê bi daxwaza Almanya û Brîtanyayê li dar dikeve. Di heman demê de jî sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bikaranîna hêzên ewlehiya Sûdanê ya hêzê li dijî xwepêşandanan, şermezar kir.

(fr)


Mijarên Din