Meclisa leşkerî ya Sûdanê danûstandin heta 72 saetan rawestand

Meclisa leşkerî ya Sûdanê îro ragihand ku danûstandinên bi Deklerasyona Azadî û Guhertinê der barê hikumeta demkî heta 72 seatan rawestandin û deklerasyonê mixabiniya xwe der barê vê biryarê nîşan da.

Meclisa leşkerî ya Sûdanê îro sibehê danûstandinên bi Deklerasyona Azadî û Guhertinê re der barê hikumeta demkî heta 72 seatan rawestand, ew yek ji bo ku atmosfêreke guncaw ji diyalogê der barê şer li derdora xwepêşandêran li pêşiya fermandariya giştî ya artêşa li Xertûmê re peyda bibe.

Serokê meclisa leşkerî ya demkî Ebdilfetah Birhan di daxuyaniyê de ji televîzyona fermî hate weşandin wiha got: "Ji berpirsyariyên me li pêşiya xwedê û artêşa me û gelê me, me biryar da ku em danûstandinan heta 72 seatan rawestînin û etmosfêreke guncaw ji bo dewamkirin hevpeymanê peyda bikin."

 (jo)


Mijarên Din