Meclisa Leşkerî ya Sûdanê gef li xwepêşandêran xwar

Televîzyona El-Hura ragihand ku cîgirê serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Mihemed Hemdan Deqlo bi nasnav Himêdîtî gef li kesên ku dê bikevin greva giştî, xwar.

Himêdîtî daxuyaniyek da û tê de got: "Her kesê ku bikeve grevê, bila yekser biçe mala xwe."

Daxuyaniyên Himêdîtî di malperên civakî de gelek bertek derxistin holê.

Li aliyekî din jî tevgera"Qirfine"ya ciwanan li ser hesabê xwe ya Twitterê raber kir ku gefên Himêdîtî dê tu bandorê li ser pêkanîna grevê nekin.

Kombûna Pîşesazan a Sûdanê di vê derbarê de amadekariyên diyarkirina  dema "îsyana sivîl û greva siyasî ya giştî” dike da ku fişarê li radestkirina desthilatê ya ji sivîlan re bike.

(eh)


Mijarên Din