Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û opozîsyonê li hev kir

Nûnerên xwepêşandanên Sûdanê şevê din hevpeyman bi Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê re ji bo avakirina mecliseke hevbeş ku ji sivîl û leşkeran pêk tê, li hev kir.

Nûnerên xwepêşandanan û artêşa Sûdanê roja şemiyê (duh) di civînekê de li hev kir ku mecliseke hevbeş ku ji sivîl û leşkeran pêk tê, ava bikin.

Ehmed El-Rebî nûnerê xwepêşandêran ku beşdarî danûstandinan dibe, ji AFP`ê re axivî û got: "Me li hev kir ku em mecliseke hevbeş di navbera sivîl û leşkeran de ava bikin."

El-Rebî got: "Niha dan û standin ji bo diyarkirina rêjeya beşdarên ji sivîl û leşkeran di meclisê de didomin."

(jo)


Mijarên Din