Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û opozîsyonê li hev kir

Endamê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê Yasir El-Eta ragihand ku wan bi muxalefetê re der barê pêvajoya veguhastinê de li hev kiriye. Li gorî Yasir El-Eta dê pêvajoya veguhastinê 3 salan dewam bike. 

Ajansa Spûtnîk ragihand ku endamê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê Yasir El-Eta di civîna çapemeniyê de got pêvajoya veguhastinê dê 3 salan dirêj bike û 6 mehên destpêkê dê ji bo hevpeymanên aştî û rawestandina şer werin veqetandin.

El-Eta destnîşan kir ku di nava 24 saetên de dê ji pêvajoya veguhastinê, bigihîjin lihevkirineke dawîn.

El-Eta wiha axivî: "Der barê Meclisa Qanûnsaz de, me ji bo 300 endamî li hev kiriye, ji sedî 67 ji bo Koalîsyona Azadî û Guhartinê hatiye veqetandin, her wiha ji sedî 33 ji bo hêzên din ku bi Koalîsyona Azadî û Guhartinê re mohr nekirine, hatine veqetandin. Ev jî dê bi rêya şêwirmendiya di navbera Meclisa Serwer û Koalîsyona Azadî û Guhartinê de werin hilbijartin."

(eh)

 


Mijarên Din