Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê hate damezirandin

QSD`ê li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê, bi merasîmekê li taxa Zerdeşt avakirina Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê ragihand.

Piştî têkçûyîna çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de û rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi ji nûva sazkirina hêzên xwe kir. Di vî çoroveyê de îro bi merasîmekê leşkerî heybet avakirina Meclisa Leşkerî ya Herêma Serêkaniyê ragihand.

Di merasîmên ragihandinê de, sedan şervanên YPG, û YPJ, QSD, gelek fermandaran, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Erka xweparastinê û dehan endam, rêveberiyên navendan û saziyên sivîl li bajêr amade bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê QSD, YPG, YPJ  û Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir.

Paşê daxuyanî ji aliyê şêwermendê Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Nordem Serêkaniyê ve hate xwendin.

Nordem wiha got: "Li herêmên me ev 8 sale, aloziya siyasî û leşkerî didome, di vê pêvajoya xeter de hêzên me yên leşkerî ji bo parastina nirxên civaka demokratîk her tişt feda kir.

Di pêvajoya berê de û tevî hemû hewldanên ji aliyên dijber û komên çete û terorîst a girêdayî wê, ku armanc dike herêmên me dagir bike, hêzên me berxwedaneke mezin li pêşiya wê da meşandin û serkeftinên mezin pêk anî, hemû plan vala derxistin û bû çavkaniya serbilindahiyê.

Bi saya lehengiya şehîdên em gihaştin pêvajoya serkeftinê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi vê wesîleyê em bejna xwe li hember wan ditewînin.

Ji bo ku em bi erkên xwe rabin û bibin hêz û li qada leşkerî û parastinê her serkeftî bin, diviyabû ku em guhertin û nûkirinê di aliyê sazkirina hêzên xwe çêbikin, piştî gelek nîqaşan û tesbîtkirina kêmasiyan, me di aliyê piratîkê de pêk anîn, ji niha û şûnve, hemû hêzên me yê leşkerîr li vê herêmê em ê di bin ala Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê de birêxistin bikin, armanca van hêzan parastina gelên herêmê ji gefên hundirîn û derve, li ser vî esasî em îro Meclisa xwe ya Leşkerî li herêma Serêkaniyê radigihînin."

Piştî daxuyanî bi dawî bû, Hevserokê Şaredariya Gel a Serêkaniyê Lûqman Îsa û bi navê Meclisa navçeya Serêkaniyê axivîn û ragihandina Meclisa Leşkerî li Rêberê navnetewî Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz kir.

Merasîm bi dirûşmeyan bidawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din