Meclisa Leşkerî ya Suryanî cejn li hemû misilmanan pîroz kir

Meclisa Leşkerî ya Suryanî cejna Qurbanê li hemû misilmanan pîroz kir û tekez kir ku divê hemû pêkhateyên herêmê refên xwe bikin yek û bi hev re li pêşiya gefên Tirkiyê bisekinin

 Bi boneya cejna Qurbanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi boneya hatina cejna Qurbanê ya pîroz, em bira û hevkarên xwe yên li welêt pîroz dikin, li hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin. Em tekez dikin ku divê hemû gel bi hemû pêkhateyên xwe hev bigirin û li pêşiya êrîşên ser welatê me bisekinin.”

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji bo parastina destkeftiyên têkoşîna me ya salan û lehengiya şervan û şehîdan û gaziyan, em malbatên şehîdan û bi taybet dayikên şehîdan pîroz dikin. Serkeftina me ya niha encamên lehengiya wan şehîdan e ku ji bo parastina rûmet û mafên hemû gelên bindest canê xwe feda kirin.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din