Meclisa Leşkerî ya Tebqayê hate damezrandin

Hêzên Leşkerî yên herêma Tebqayê bi merasimê de Meclisa xwe ya Leşkerî, anku Meclisa Leşkerî ya Tebqayê ava kir.

Merasîm bi beşdariya bi dehan ji fermandarên leşkerî û ewlehî, rûspiyên êl û eşîrên herêmê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan û fermandarên Koalîsyona Navdewltî hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Rewf bixêrhatina hemû beşdaran kir û bal kişand ser girîngiya avakirina Meclisa Leşkerî. Piştî ku QSD`ê di milê leşkerî de DAIŞ tê birin, li dijî êrîşan, parastina sînoran û gelan ji hemû gefan, heta gihandina çareya siyasî ya herêmê bi taybet, yekrêzî ava dike.

Tê zanîn ku ji aramancên Meclisa Leşkerî ew e ku fermadarên herêmê bi awayekî aktîftir bedarî mekenîzmeyên biryaran bibin. Rola jinan û di nava meclisê de xebata saziyên werin aktîfkirin.

Tê zanîn ku rola jinan bi rêya buroyên ku nûnertiya YPJ`ê dikin û rola wan di rizgarkirina herêmê ji çeteyan de heye pekan e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din